Koça ji ber avhewayê: 10 salên dawî 250 milyon kes koçber bûne

11-11-2025
RÛDAW
Nîşan Koç Avhewa UNHCR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ji ber bûyerên hewaya dijwar ên girêdayî krîza avhewayê, 10 salên dawî nêzîkî 250 milyon kes neçar mane ku malên xwe terk bikin.

Rapora bi sernavê “Rêya Revê Tune II: Rêya ku Divê Bê Şopandin” di çarçoveya Lûtkeya Avhewayê ya COP30yê ya li bajarê Belemê yê Brezîlyayê de ji raya giştî re hat parvekirin.

Krîza avhewayê wekî “multiplîkatora rîskê” tê pênasekirin

Di raporê de hat destnîşankirin ku krîza avhewayê “multiplîkatoreke rîskê” ye ku newekheviyên heyî kûrtir dike.

Pevçûn, tundî û koçberiyên bi zorê hem di nav sînorên welatan de hem jî li derveyî sînoran, bi rîskên avhewayê re zêde dibin.

Lehî, bahoz, ziwabûn, germahiya zêde, çolbûn, bilindbûna asta deryayê û pêvajoyên hêdî yên girêdayî têkçûna ekosîsteman bi krîzên ewlehiya av û xwarinê û koçberiya bi zorê re têkel bûne.

Rojane 70 hezar kes koçber dibin

Li gorî daneyan, 10 salên dawî ji ber karesatên ku ji ber bûyerên hewaya dijwar çêbûne, nêzîkî 250 milyon kes neçar mane ku di nav welatên xwe de koçber bibin.

Ev tê wateya ku rojane bi navînî 70 hezar kes ji cihên xwe dibin.

Sala 2023yan ev rêje ji sedî 10 li ser navîniya 10 salan hat tomarkirin.

Heta Hezîrana 2025an jî hejmara kesên ku ji ber şer û pevçûnan malên xwe terk kirine gihiştiye 117 milyonan. Ji van kesan 86 milyon, yanî nêzîkî ji sedî 75, li herêmên ku rîskên avhewayê lê zêde ne dijîn.

Bandora li ser kampên koçberan

Kampên li Kenya, Etiyopya û Ruandayê bi germahiya zêde û baranên bêserûber re rûbirû ne.

Li kampên Urdin û Pakistanê zêdebûna germahiyê û li Bangladeşê jî baranên zêde bandorê li jiyanê dikin.

Ziwabûn li Zambiyayê û lehiyê jî li welatên wekî Brezîlya, Burundî, Kamerûn, Çad, Malî, Nîjer, Nîjerya û Sûdana Başûr bûne sedema rewşên awarte.

Sêyeka rewşên awarte yên ku UNHCRê sala 2024an ragihandine, ji ber bûyerên hewaya dijwar ên li wan herêmên ku mirovên ji pevçûnan reviyane, çêbûne.

“Binesazî kêm e, pirsgirêkên tenduristiyê zêde dibin”

Filippo Grandi tekez kir ku bandorên herî giran ên krîzê li ser mirovên ku jixwe di rewşeke hestiyar de ne çêdibin û wiha axivî:

“Bi taybetî penaber û kesên bi zorê ji cihên xwe bûne, bandorên krîza avhewayê bi awayekî herî giran hîs dikin.

Li van herêman binesaziyên ku alîkariya têkoşîna li dijî germahiya zêde dikin tune ne û ev yek pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî zêde dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst