Îdareya Biden guhertineke zêdetir di siyaseta koçberan de dike

12-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezreta Asayîşa Navxwe ya Amerîkayê daxwaz ji Fermangeha Pêkanîna Yasaya Gumrikê û Koçberan kiriye, dîportkirina wan koçberan rawestîne, ku binpêkariya yasayî dikin, lê dadwerekî dadgeha Texasê ku Donald Trump serokê berê yê Amerîkayê ew danîbû, daxwaza Biden red kir û fermangeh jî di dîportkirinê de berdewam e.

Joe Biden di rojên destpêkê yên destbikrbûna xwe de, 3 fermanên cîbicîkar îmze kirin ji bo hilweşandina wan astengên ku Donald Trump li pêşiya koçberan danîbûn.

Ji wan fermanan jî, hilweşandina qedexeya koçkirinê li ser welatên ku piraniya wan misilman in, rawestandina çêkirina dîwarê di navbera Meksîkê û Amerîkayê de, û biyekgihihandina wan zarok û dayikên ku sala 2018ê li ser sînorê Meksîkê ji hevdû hatibûn cudakirin.

Joe Biden, Serokê Amerîkayê ragihand:“Ez yasayeke nû danaynim, belku tenê siyaseteke xerab hildiweşînim. Tişta ku dikim çareserkirina hinek pirsên ku serokê berê fermana cîbicîkar bo wan derxistibû, ku bi raya min ji sedî 99ê zerar gihandibûn ewlekariyê û welatê me jî, bi taybetî di warê koçberan de.”

Herwiha Biden hejmara wan penaberên ku Amerîka salane werdigire, ji 15 hezarî bo 125 hezarî zêde kiriye.

Joe Biden got: “Ezê fermaneke cîbicîkar pesend bikim daku dubare dest bi vegerandina programa wergirtina penaberan bikin, heta ku li asta wê daxwaza cîhanî bin ku heye. Demeke zêde dixwaze heta ku bikaribin ew tişta ku zêde bi xerabî hatiye têkdan çêbikin.”

Tevî helweşandina ew yasayên serdema Trump, bi nêrîna çalakvanên warê koçberan li Amerîkayê, divê Biden karekî zêdetir bike daku guhertineke ciddî di sîstema koçberan de bike

Ji wan jî razîkirina Fermangeha Pêkanîna Yasaya Gumrikê û Koçberan bo pabendbûnê bi biryaran û rawestandina dîportkirina koçberan, pêdeçûn bo dosyeya wan kesên ku sala 2017an Green Karta Yanesîbê bo wan derketibû, lê ji ber biryara Trump bo qedexekirina dayîna Green kartê bi akinciyên hujmareke welat ku heta 31ê meh bê bi çalakî dimîne, ew kes metirsiya jidestdana mafê wergirtina Visayê liser wan heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst