Brîtanya û Fransayê li ser dersînorkirina koçberan li hev kir

12-07-2025
Hêmin Ebdullah
Koçberên ku bi beleman derbas dibin /Wêne: Arşîv
Koçberên ku bi beleman derbas dibin /Wêne: Arşîv
Nîşan Brîtanya Fransa Kanala Îngilîz
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Brîtanya û Fransayê li ser dersînorkirina koçberan li hev kir û dersînorkirin dê wan koçberan li xwe bigire ku bi beleman ji Kanala Îngilîz gihîştine Brîtanyayê

Piştî dan û standina şerê devkî û nakokiyên çendîn salan, London û Parîsê li ser koçberên Kanala Îngilîz li hev kir.

Peymaneke ku divê bibe mekanîzmayeke bilez ji bo kêmkirina derbasbûna koçberan ji Fransayê ya ber bi Brîtanyayê ve.

Hizr ew e ku Fransa ji niha û pê ve razî bibe ku wan koçberên ku bi belemên biçûk ji axa wê û bi rêya Kanala Îngilîz xwe gihandine Brîtanyayê, wergire.

Yeka bi yekê

Lê mercekî wê heye, ew jî ew e ku li hemberî wergirtina her koçberekî dersînorkirî, divê Brîtanya koçberekî ji Fransayê bi awayekî yasayî bibe Brîtanyayê.

Pêwîst e ku ew koçber, kesekî nêzîkî wî li Brîtanyayê mafê manê wergirtibe û pêwîst bike ku merivên wî biçin ba wî.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer hûrgiliyên zêdetir ên planê eşkere kirin.

Starmer ragihand ku ji niha û pê ve her koçberê bi belemê bigihîje Brîtanyayê, dê bê girtin, paşê bê darizandin û di demeke kurt de bê dersînorkirin.

Divê hewl nedabe ji Fransayê biçe Brîtanyayê

Derbarê wan kesên ku ji Fransayê ber bi Brîtanyayê tên anîn jî Starmer got, divê wan kesan ti carî hewl nedabe ku bi awayekî neyasayî biçin Brîtanyayê.

Ango, li ser sînor nehatibin girtin û ji bo Fransayê nehatibin vegerandin.

Kêmtirî 24 saetan piştî ragihandina peymaneke nû di navbera Fransa û Brîtanyayê de derbarê pirsa koçberan, li ser asta navxweyî ya Brîtanyayê û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) karvedan û dengên nakok bilind bûn.

Peymana ku armanca wê kêmkirina hejmara wan koçberan e ku bi belemên biçûk ji Fransayê derbasî Brîtanyayê dibin, bûye cihê gengeşeyên siyasî û yasayî.

Rojnameger û pisporê siyaseta koçberiyê ya Brîtanyayê Nebez Bazyanî di vê derbarê de mêvanê bernameyaDiyasporayê ya Rûdawê bû.

Nebez Bazyanî hûrgilî û encamên peymanê zelal kir û ragihand ku peyman piştî serdana bibandor a Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron aBrîtanyayê tê ku ew yekem serdana serokekî YEyê ji bo wî welatî bû piştî Brexitê.

Nebez Bazyanî da zanîn ku li ser asta navxweyî ya Brîtanyayê, mixalefet rexneyên tund li hikûmetê digire û di wê baweriyê de ye ku ev proje nikare dawî li diyardeya derbasbûna koçberan a bi beleman bîne.

20 hezar koçber ji Kanala Îngilîz derbas bûne

Li gorî amaran, tenê îsal nêzîkî 20 hezar koçber bi belemên biçûk ji Fransayê bi rêya Kanala Îngilîz gihîştine Brîtanyayê.

Ev yek li gorî sala borî bi rêjeya ji sedî 48 zêde bûye.

Her wiha amaje bi wê yekê dike ku Brîtanya ji her 17 koçberan tenê yekî dersînor dike.

Di heman demê de, Bazyanî amaje bi wê yekê kir ku li Yekîtiya Ewropayê, xasma pênc welatên ku dergehên sînorî yên yekîtiyê ne, nîgeraniya xwe ji peymanê anîne ziman.

"Binpêkirina yasayên YEyê ye"

Bazyanî got, "Tirsa wan ji wê yekê heye ku ew koçberên ku Brîtanya wan vedigerîne Fransayê, di dawiyê de ji bo welatên yekem (welatê jê hatine) bên şandin û vê yekê wekî binpêkirina yasayên koçberiyê yên YEyê dibînin."

Nebez Bazyanî her wiha got, "Biryar e hefteya bê proje bikeve warê bicîkirinê û wekî pêngava yekem, 50 koçber bi awayê testê bên vegerandin.

Eger pêngav serkeftî be, hejmar dê sala bê zêdetir bibe."

Bazyanî got, "Li gorî agahiyan, vegerandin dê di destpêkê de wan kesên ku di kampan de ne li xwe bigire, lê îhtîmal heye ku di pêşerojê de berfirehtir bibe."

Pirsa koçberiyê yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Brîtanyayê ye û bandoreke rasterast li ser hilbijartinan û tewra guhertina hikûmetê jî dike.

Hin aliyên siyasî yên Brîtanyayê di wê baweriyê de ne ku ev peyman bi tena serê xwe nikare pirsgirêkê çareser bike û daxwaza vegerê bo projeya şandina penaberan a Rwandayê dikin, ji ber ku li gorî wan, ew proje xwedî bandoreke zêdetir bû li ser bêhêvîkirina koçberan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst