Cotkarên Polonyayî pêşî li koça neyasayî digirin

12-07-2025
Hêmin Ebdullah
Cotkarên Polonyayî / Wêne: Ji dîmenan
Cotkarên Polonyayî / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Cotkarên Polonyayî Koçber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Cotkarên Polonyayî pêşî li koça neyasayî  ya di navbera welatê xwe û Almanyayê de digirin.
Li Polonyayê, ev demek e cotkaran li dijî siyaset û biryarên Yekîtiya Ewropayê yên derbarê sektora çandiniyê xwepêşandan dikin.

Ev gihîştibû wê astê ku komele û rêxistinan ava bikin û desteya serokatiyê jê re deynin.

Vêga ew cotkar gihîştine wê baweriyê ku divê vê demê li şûna çandiniyê, bi pirsa koçberiyê re mijûl bibin.

Ji ber vê yekê, dixwazin tevlî hêzên sivîl ên parêzvanên sînorê di navbera Polonya û Almanyayê de bibin û bi vê yekê nehêlin koçberên neyasayî ji wir derbasî Almanyayê bibin.

Ew hêza sivîl a ku behsa wê dikin, di rastiyê de ji aliyê komên rastgir ên tundrew ve hatiye damezrandin û ji bilî wan koman, alîgirên tundrew ên hin tîmên navdar ên futbolê yên Polonyayê jî tê de hene.

Hikûmeta Polonyayê ev 8 hefte bûn ku ji ber xwenîşandanên zêde yên cotkaran ên derbarê çandiniyê de asê mabû lê ev pêngava nû ya cotkaran ji xwenîşandanan xirabtir dibîne.

Wezîrê Parastinê yê Polonyayê dibêje, parastina sînorên Polonyayê ne karê cotkar û komên sivîl e, karê dewletê ye.

Serokwezîr Donald Tusk jî berê gotibû ku ew hêzên sivîl karê hêzên dewletê yên parêzvanên sînor têk didin û nahêlin ku ew erkên xwe bi başî bi cih bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst