Almanya (Rûdaw) - Çalakvanekî diyar ê Durzî yê li Almanyayê diyar kir ku piraniya pêkhateyên Sûriyeyê ji desthilata nû ya Şamê ditirsin ji ber ku “destê wan ne spî ye”.
Wî her wiha bangî Almanyayê kir ku alîkariyên xwe yên ji bo avakirina Sûriyeyê bi parastina mafên hemû pêkhateyan ve girê bide.
Çalakvanê Durzî yê li Almanyayê Samer Fehed li ser rewşa nû ya Sûriyeyê ji nûçegihanê Rûdawê yê Almanyayê Zinar Şîno re axivî û dilgiraniya xwe ya li hemberî siyaseta hikûmeta nû ya Sûriyeyê anî zimên.
“Karta zextê ya bihêz a Almanyayê heye”
Derbarê helwesta welatên Ewropayê de Samer Fehed got:
"Mixabin Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî jî Almanya, karta xwe ya zextê ya mezin li hemberî desthilata niha ya Sûriyeyê bi kar neanî. Ev yek di demekê de ye ku piştî biryara Donald Trump a kêmkirina alîkariyan, niha Almanya bexşerê herî mezin e.”
Çalakvanê Durzî da zanîn ku xwesteka Almanyayê ya avedankirina sektorên tenduristî û perwerdeya Sûriyeyê heye û diyasporayeke mezin a Sûriyeyê li Almanyayê heye ku dikare rola xwe bilîze lê “Almanya kartên xwe bi awayekî rast bi kar nayîne û tiştê heye tenê gotinên medyayî ne.”
“Gihîştina alîkariyan bi bertîlan dibe”
Samer Fehed li ser gihîştina alîkariyên mirovî yên ji bo herêmên Durziyangot:
"Di serdema Esed de pirsgirêka gihandina alîkariyan ji bo herêmên bakur di nav de Efrîn û bakurrojhilat hebû, niha jî ew pirsgirêk her maye. Dorpêç li ser Siwêdayê heye û alîkarî gelekî kêm digihên û têra pêdiviyên sereke nakin, heta divê bertîl bê dayîn da ku alîkarî bigihin.”
“Destê desthilata nû ne spî ye”
Samer Fehed amaje pê kir ku tirsa piraniya pêkhateyên Sûriyeyê ya ji desthilata nû “rewa” ye û got:
“Destê wê desthilata niha ne spî ye û berê di bin navê Eniya Nusrayê (Tehrîr Şam) de tawan li dijî pêkhateyan dikirin, di nav de revandina xelkê ya di navbera Siwêda û Derayê de û dagirkirina herêmên Çiyayê Şêx.”
Çalakvan bangî hikûmeta Almanyayê dike ku alîkariyên xwe yên ji bo avedankirina Sûriyeyê bi çespandina sîstemeke siyasî ya pirrengî ve girê bide ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin û dewleta welatîbûn û dadweriyê were çespandin.
Rûdaw: Durzî û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê gelek rexne li desthilata niha digirin. Tu helwesta welatên Ewropayê bi taybetî ya wî welatê ku em lê dijîn, yanî Almanyayê li hemberî desthilata nû ya li Şamê çawa dibînî?
Samer Fehed: Mixabin ne tenê rayedarên Almanyayê, Yekîtiya Ewropayê jî karta zextê ya mezin li hemberî desthilata niha ya Sûriyeyê nîne, di demekê de ku desthilata darayî ya Almanyayê heye û welatê herî mezin ê bexşer e ji bo Sûriyeyê.
Piştî derketina Amerîkayê ji bexşînan û piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da alîkariyên derveyî Amerîkayê kêm bike, niha Almanya welatê herî mezin ê bexşer e û xwesteka wê ya avedankirinê di sektorên tenduristî û perwerdeyê de heye, ji bilî wê yekê ku şiyana wê jî heye. Ev yek tevî wê yekê ye ku revendeke mezin a Sûriyeyê li Almanyayê heye ku dikare rola xwe di avedankirina Sûriyeyê de bilîze.
Pirsgirêk di bikaranîna bandorê ya li ser pirsa Sûriyeyê de heye lê bi awayekî rast bi kar nayîne. Mixabin tiştê heye tenê gotina medyayî ye, ne tiştekî berbiçav e. Îro em dibihîzin ku di rabirduyê de ji ber rejîma Esed pirsgirêka gihandina alîkariyan hebû ji bo herêmên bakurrojhilatê Sûriyeyê û bakurê Sûriyeyê li herêmên Efrîn û herêmên din, lê ev heta niha jî her berdewam e.
Siwêda hatiye dorpêçkirin û alîkarî pir kêm digihên Siwêdayê û têra pêdiviyên sereke yên parêzgehê nakin, heta divê bertîl bê dayîn da ku alîkarî bigihin, lewma ev kar di serdema Esed de hebû û niha jî bi heman awayî heye, heman reftara Esed ducare dibe.
Esed li ser navendîtiya desthilatê israr dikir, bi heman awayî desthilata niha ya Şamê jî li ser desthilata navendî israr dike, di demekê de ku berê xwe bi federaliyeke rastîn herêmên wekî Îdlibê bi rê ve dibir ku îdareyeke wê ya xweser hebû. Îro tenê li gel ku gihişt desthilatê, daxwaza desthilata navendî li Şamê dike. Îro piraniya pêkhateyên Sûriyeyê ji desthilatdariya niha ya Şamê ditirsin û tirsa wan jî rewa ye.
Rast e rejîma Esed rûxiyaye, lê destê wê desthilata niha ne spî ye, belkî tawan li hemberî pêkhateyên Sûriyeyê kirine, di nav de revandin, dagirkirina herêmên Çiyayê Şêx, revandina xelkê di navbera parêzgehên Siwêda û Derayê de ji aliyê Eniya Nusrayê ve di rabirduyê de ku Tehrîr Şama niha ye û niha jî bûye Emîndariya Giştî ya Siyasî.
Ev reftar û helwêst bi awayekî rast nehatine çareserkirin, da ku pêkhateyên din ên Sûriyeyê ku hejmara wan kêm e, hest bi aramî û dilniyayiyê bikin; hest bikin ku li pêşberî arasteya avakirina sîstemeke siyasî ya pirrengî ne ku dewleta welatîbûn û dadweriyê ji bo hemû Sûriyeyiyan pêk bîne.
Almanya di vî warî de pêwîst e zextê bike da ku alîkariyên avedankirinê bi vê yekê ve girê bide, alîkariyan hilneweşîne. Em hêvîdar in rewşa Sûriyeyiyan û Sûriyeyê baştir bibe û rewşa aborî baştir bibe, lê bila ev alîkarî bi çarçoveyeke siyasî ya nû ve were girêdan ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê biparêze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse