Hewlêr (Rûdaw) - Hinek endamên Kongreya Amerîkayê got ku divê li Sûriyeyê mafên Kurd û pêkhateyên bên parastin.
Piştî êrişa vê dawiyê ya li dijî hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê, hinek endamên Kongreya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku ew derfetekê didin Şamê lê bi guman li rewşê dinêrin û dirûşma "Bawer bike lê ji wê baweriyê piştrast be" dişopînin.
Her wiha hemûyan piştevaniya xwe ya ji bo mafên Kurd, Durzî û Xirîstiyanan ducare kir.
"Bawer bike lê piştrast be"
Êrişa li dijî hêzên Amerîkayê ya li Sûriyeyê pirs li ser asta baweriya bi hikûmet û hêzên ewlehiyê yên wî welatî çêkirine.
Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê yê Komarî Keith Self gotina Ronald Reagan bi kar anî û got, "Bawer bike lê ji vê baweriyê piştrast be."
Keith Self diyar kir ku ji bo yekkirina welêt "karê hikûmeta nû ya Sûriyeyê zêde ye" çimkî hîn Kurd bi awayekî çalak beşdar nebûne û êriş ji aliyê endamên hêzên çekdar ên Sûriyeyê ve tên kirin.
Endamekî din ê Meclisa Nûneran a Komarî Lance Gooden jî hişyarî da ku "baweriya zêde ne baş e" û got:
"Eger DAIŞ êrişên xwe li dijî hêzên me bidomîne ev tiştekî wisa ye ku bi temamî nayê qebûlkirin."
Her wiha Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê yê Komarî French Hill ku hevdem Serokê Komîteya Darayî ya Meclisê ye, rewş wekî "hestiyar" bi nav kir.
French Hill ragihand ku Amerîka û hevpeymanên wê dixwazin derfetekê bidin Sûriyeyê lê bi hûrgilî çavdêriya rewşê jî dikin da ku rê li ber serhildana DAIŞê an her hewldaneke Îran û Rûsyayê ya ji bo têkdana aramiya welêt bigirin.
Piştevaniya bêmert a ji bo mafên pêkhateyan
Hemû endamên Kongreyê yên ku ji Rûdawê re axivîn, piştgiriya xwe ji bo mafên Kurd, Durzî, Xirîstiyan û pêkhateyên din ên Sûriyeyê nîşan da.
Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê yê Komarî Tom McClintock got, "Bê guman ez piştgiriya mafê çarenivîsa hemû gelan dikim, li her cihê ku ez karibim."
French Hill hêvî kir ku hikûmeta nû ya Şamê "piştgiriya mafên pêkhateyan, Durzî, Xirîstiyan, Sunî, Şîe û Elewiyan bike" û got:
"Pêwîst e dengê hemûyan di paşeroja Sûriyeyê de were bihîstin."
Lance Gooden jî li ser vê mijarê got, “Divê em li wir bin ji bo piştevaniya pêkhateyên li seranserê Sûriyeyê û piştrast bin ku mafên wan hene û parastî ne."
Endamê Meclisa Nûneran ê Demokrat Brad Sherman jî Kurd wekî "dostên dêrîn ên Amerîkayê" bi nav kirin û got, "Pêwîst e em piştevaniya xwe ya ji bo Kurdan bidomînin."
Pirsa otonomiya Kurdan
Keith Self di bersiva pirsa Rûdawê ya li ser daxwaza otonomiyê de got, "Kurd Kurdistanekê di nav wan çar welatên ku lê dijîn de dixwazin" û amaje bi wê yekê kir ku mafê çarenivîsê yê hemû gelan heye.
Lê belê wî endamê Kongreyê bal kişand ser alozbûna mijarê jî û got, "Hûn dibînin hevpeymanên me hene, wekî mînak Tirkiye."
Endamê din ê Meclisa Nûneran Pete Sessions jî got: "Ev pirseke aloz e, ji ber ku wekî hûn dizanin Tirkiye di wê navendê de heye."
Pirsên Rûdawê û bersivên endamên Kongreyê:
Rûdaw: Nêrîna we li ser mafên pêkhateyên li Sûriyeyê çi ye, wekî Kurd, Durzî û Xirîstiyan ku ji Amerîkayê dixwazin piştevaniya daxwazên wan ên siyasî yên ji bo xwebirêvebirinê bike. Hûn çawa li daxwaza wan dinêrin?
Tom McClintock: Bê guman li her cihê ku ez bikaribim ez piştgiriya mafê çarenivîsa hemû gelan dikim, li seranserê cîhanê ez piştgiriya azadiyê dikim. Ev ew tişt e ku dike mirovahî ber bi bextewerî û xweşiyê ve biçe. Ez bawer im hikûmeta nû li Sûriyeyê ber bi wî aliyî ve diçe. Gelo bi lezeke pêwîst diçe? Dibe ku na, lê gavan davêje.
Rûdaw: Du roj berê, êrişî hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê hat kirin ku hikûmeta Amerîkayê dibêje hikûmeta Sûriyeyê ne berpirsyar e lê em dizanin êrişkar beşek bû ji hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê. Gelo ev hevkêşeya pêwendiyên bi hikûmeta Sûriyeyê re li Amerîkayê diguhere, dema behsa hevpariya ewlehiyê bi hêzên nû yên ewlehiyê yên Sûriyeyê re tê kirin?
French Hill: Ev demek hestiyar e. Salek di ser reva Esed a ji Sûriyeyê re derbas bûye ku canê xwe rizgar kir û revî. Sûriye bi awayekî xerab bi pere û çekên Îran û Rûsyayê dihat birêvbirin, hevdem DAIŞ jî li Sûriyeyê gelekî çalak e, loma ev rewş ji bo hikûmeta nû ya Şamê gelekî zehmet e.
Niha Amerîka, Ewropa, hevpeymanên herêmî dixwazin derfetekê bidin Sûriyeyê lê em bi hişyarî li selametiya welatiyên Sûriyeyê dinêrin, ev jî ji bo sînordarkirina her derfeteke serhildana DAIŞê, vegera Supaya Pasdaran a Îranê yan Rûsan bi her awayî be ji bo Sûriyeyê ku hewla têkdana aramiyê bidin.
Rûdaw: Nêrîna we li ser mafên pêkhateyên li Sûriyeyê çi ye?
French Hill: Ez geşbîn im, tu bixwe dizanî ez gelekî li dijî hikûmeta Beşar Esed bûm, di dema karê xwe de li dijî hikûmeta berê ya Esedê bav jî bûm. Ez bawer im wan yek ji welatên herî ciwan û xweş ên Rojhilata Navîn xera kir. Li gel vê yekê, gelekî girîng e hikûmeta nû li Şamê piştevaniya mafê pêkhateyan, Durzî, Xirîstiyan, Sunî û Şîe û Elewiyan jî bike. Pêwîst e dengê hemûyan di paşeroja Sûriyeyê de were bihîstin, ev jî wekî bertekekê ye lê dikarim ji te re bibêjim, li vir li ser asta her du partiyan li Kongreya Amerîkayê, em jî piştevaniya pêkhateyên Sûriyeyê dikin.
Rûdaw: Du roj berê me dît êrişî hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê hat kirin. Hûn çawa li vê yekê dinêrin û hûn çawa li baweriya navbera Amerîka û hikûmeta nû ya Sûriyeyê dinêrin? Hûn bawer dikin ku we di bawerkirina bi hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê de lez kir?
Keith Self: Ez gotina Reagan (Serokê berê yê Amerîkayê) bi kar tînim, "Bawer bike lê ji vê baweriyê piştrast be". Rastî bibêjim, karê hikûmeta Sûriyeyê zêde ye, karekî zêde yê Sûriyeyê li pêş e, çimkî hîn HSD beşdar nekiriye û Kurd di ti tiştan de beşdar nînin. Em van êrişan ji aliyê endamên hêzên çekdar ên Sûriyeyê ve dibînin. Loma, karekî zêde maye bê kirin ji bo yekxistina wan di hikûmeteke azadîxwaz de. Loma dibêjim, em çavdêriya wan dikin.
Rûdaw: Hûn çawa li daxwaza Kurdan a ji bo otonomiyê li Sûriyeyê dinêrin? Hûn bi Sûriyeyeke yekgirtî re ne?
Keith Self: Kurd Kurdistanekê di wan çar welatên ku lê dijîn de dixwazin. Tenê li Sûriyeyê nîne. Kurd li çar welatan in û hez dikin Kurdistaneke wan hebe.
Rûdaw: Hûn bawer dikin mafê wan ê çarenivîsê heye?
Keith Self: Ez bawer im mafê her kesî heye.
Rûdaw: Kurdan jî li xwe digire?
Keith Self: Ji ber ku bi milyonan Kurd hene, loma dibe ku mercên wan hebin lê piştre dibînî hevpeymanên me hene, wekî mînak Tirkiye yan Sûriye. Lê em hewl didin piştevaniya hikûmeta nû ya Sûriyeyê bikin, eger em karibin. Ev jî mijareke gelekî aloz e.
Pete Sessions: Ev mijareke aloz e? Mijareke aloz e, ji ber ku wekî hûn dizanin, Tirkiye di wê navendê de heye. Li aliyê din êrişî hêzên me hatiye kirin. Hefteya borî du leşkerên me hatin kuştin. Ev mijareke hestiyar e û tiştek e ku Wezareta Karên Derve û Wezareta Şer niha bala wan li ser e, ne tenê ji bo zêdetir yekxistinê her wiha ji bo miamelekirina bi wan kesên ku demeke dirêj nîne em miameleyê bi wan re dikin. Loma ez bawer im xelkê Îranê pêwîst e bibînin ku Amerîka ji bo guhertina rejîmê berdewam piştevaniya wam dike lê pêwîst e em ji bo parastina wê baweriyê kar bikin ne ku em bi xwe biçin û rûbirûyî wan bibin.
Lance Gooden: Ez bawer im karekî me yê zêde li pêş e, divê em dudil bin û zêde bawer nekin. Diyar e me hîn şerê dijî DAIŞê temam nekiriye. Eger DAIŞ hîn jî êrişên xwe li dijî hêzên me bidomîne ev tiştek e ku bi temamî nayê qebûlkirin. Baweriya min a tam bi Serok Trump heye ku piştrast bibe ev ducare nabe û tawanbaran ceza bike.
Lê ez bawer im pirsên zêde jî hene, derbarê wê yekê ku rola Îranê çi ye di piştevaniya terorê de, ne tenê li wir, her wiha li seranserê cîhanê.
Ez bawer im xelkê Amerîkayê nabe bêhna xwe vedin heta ku rejîm li Îranê neyê guhertin. Ez bawer im tiştê ku li cîhanê diqewime pêwendiyeke wê ya gelekî xurt bi Îranê re heye. Ew wekî piştevaniya dewletî ya terorê hatine selmandin û divê werin rawestandin.
Rûdaw: Hûn çawa li mafê pêkhateyên li Sûriyeyê dinêrin wekî Kurd, Durzî û Xirîstiyan ku ji bo daxwazên xwe yên siyasî yên li Sûriyeyê piştevanê xwestine?
Lance Gooden: Ez bawer im karê zêde maye bê kirin. Serokê me gotiye dixwaze bi serokê nû yê Sûriyeyê re kar bike û çend hewldanên niyeta baş nîşan dane. Bi dilniyayî, rewş baştir e ji dema ku Esed li wir bû. Lê ez bawer im karê zêde maye bê kirin û divê em li wir bin ji bo piştevaniya pêkhateyên li seranserê Sûriyeyê û piştrast bin ku mafên wan hene û parastî ne, tundî radiwestin. Ez dê xebatên xwe yên ji bo mafên pêkhateyan bidomînim. Bi min divê em wekî Amerîkayê piştevaniya van pêkhateyan bikin.
Brad Sherman: Ev êriş nîşan dide heta ku divê me xebatên xwe yên li dijî DAIŞê li rojhilatê Sûriyeyê, bakurrojhilatê Sûriyeyê bidomînin.
Rûdaw: Hûn çawa li daxwaza Kurd a ji bo otonomiyê ya li Sûriyeyê dinêrin?
Brad Sherman: Mebesta min ew e ku ev tiştek e ku divê kar li ser bê kirin lê Kurd demeke dirêj e dostên Amerîkayê ne û pêwîst e em piştevaniya xwe ji bo Kurdan bidomînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse