Drona ku bûye belaya serê Rûsyayê ‘Magura’ ye

1 demjimêr berê
Dilniya Rehman
Leşker amadehiya êrişê dikin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Leşker amadehiya êrişê dikin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ukrayna Rûsya Magura Şer Dron
A+ A-

Ukrayna (Rûdaw) - Çar salên şerê berdewam Ukrayna kiriye laboratuwareke mezin a çêkirina çekan.

Niha li Donetskê droneke xwemalî ya bi navê "Magura" bûye metirsiyeke mezin li ser artêşa Rûsyayê ku dikare ji asmanan ve erdê di bin lingên leşkeran de mayîn bike.

Di nava çar salên borî de pîşesaziya leşkerî ya Ukraynayê geş bûye û zêdetirî 10 cureyên cuda yên dronan li navxweyî welêt hatine hilberandin.

Yek ji wan dronên herî diyar "Koleda"ya ji cureyê Magura ye.

Li gorî taybetiyên teknîkî, ev dron dikare 12 kîlogram teqemeniyan hilgire, heta 500 metreyan bilind bibe û 12 kîlometreyan biçe.

"Em dîzayna teqemeniyan dikin"

Li bajarê Pokrovskê yê herêma Donetskê yê ku 20 kîlometreyan dûrî eniyên şer e, tîmeke taybet a leşkerên Ukraynayê mijûlî amadehiya êrişeke asmanî ye.

Ew pişta xwe bi teqemeniyên standard girê nadin, berevajî vê destkariyê di mayînan de dikin.

Fermandarê tîmê Najdak ji Rûdawê re got:

"Em dîzayna teqemeniyan dikin, ji ber ku ew teqemeniyên standard ên ku didin me wekî xwe ne guncav in ku ji jor ve bên berdan.

Em ji mayînên 82 mm ku li eniyên şer xwe baş îsbat kiriye teqemeniyên bibandor çêdikin.

Ew baş diteqin û zerereke berbiçav didin, hema wekî ku em dixwazin."

Taktîkên nû: Mayînkirina rêyan

Tîma Ukraynayê piştî nirxandina rewşa herêmê û pêwendiya bi leşkerên xeta pêş û tîmên çavdêriyê re, dronê ber bi armancê ve dişînin.

Yek ji taktîkên nû yên vê tîmê, "mayînkirina rêyan" a bi rêya dronan e, bi taybetî dema ku armanceke rasterast ne diyar be.

Fermandarê tîmê diyar kir, "Em dikarin rasterast tiştên bibandor ên wekî bombe, parçeyên şewatê û yên mîna wan berdin xwarê û mayînan deynin."

Wî derbarê girîngiya vê taktîkê jî amaje bi wê yekê kir:

"Danîna mayînan îro rêbazeke gelekî bibandor e, bi taybetî dema ku ti armanca destpêkê û germ ji bo beşdariyê tune be.

Em rêyên bipêşveçûna dijmin dizanin û pêşwext mayînan datînin, ev jî ji bo rêlibergirtina bipêşveçûna li xeta pêş e û alîkariyeke zêde dide hêza me ya peya."

Li gorî raporên meydanî, her çi qasî li eniyên şer bi dehan cureyên çek, mûşek û topavêjan hebin jî li gorî gotina fermandar û leşkerên Ukraynayê, niha ew "dron in" ku hikmê li ser windakirin û standina şer dikin û bûne çeka safîker.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst