Ji ber hewla derbeyê 27 sal ceza li Bolsonaro hat birîn

12-09-2025
RÛDAW
Nîşan Brezîlya Jair Bolsonaro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Brezîlyayê, Serokkomarê berê Jair Bolsonaro bi tohmeta "plana derbeyê ya ji bo têkdana sîstema demokratîk" a piştî têkçûna di hilbijartinên 2022yan de, bi 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê mehkûm kir. Medyaya welêt vê biryarê wekî "dîrokî" bi nav dike.

Dadgeha Bilind a Brezîlyayê, di doza ku Bolsonaro bi hewldana derbeyê li dijî hikûmeta Serokkomar Luiz Inacio Lula da Silva dihat darizandin de, biryara xwe da.

Ji 5 dadwerên dozê, 4an Bolsonaro sûcdar dît û serokkomarê berê yê rastgirê tund bi 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

Bolsonaro bi tohmetên "hewldana têkdana sîstema hiqûqî ya demokratîk bi rêya tundûtûjiyê, hewldana derbeyê, endamtiya rêxistina sûcê ya çekdarî û zererdayîna mîrata giştî û parastî" hat mehkûmkirin.

Li gorî medyaya herêmî, dadgehê ji bilî Bolsonaro, 7 bersûcên din jî bi cezayên di navbera 2 û 26 salan de ceza kirin.

Medyaya Brezîlyayê vê biryarê wekî "dîrokî" bi nav dike, ji ber ku di dîroka welêt de ti serokkomarekî berê bi tohmetên bi vî rengî yên li dijî saziyên demokratîk nehatibû mehkûmkirin.

Serokê Dadgehê: Delîl eşkere ne

Serokê Daîreya Yekem a Dadgeha Bilind Cristiano Zanin bal kişand ser delîlên li dijî tohmetbaran û got:

"Delîl eşkere dikin ku armanca tohmetbaran rûxandina dewleta hiqûqî ya demokratîk bûye. Dozgeriyê karî bi awayekî têrker rêxistineke sûcê ya hiyerarşîk pênase bike ku li dora projeyeke ji bo misogerkirina mana Bolsonaro ya li ser desthilatê, bi çi awayî dibe bila bibe, kom bûbû."

Tê payîn ku Bolsonaro cezayê xwe yan di hepsa malê de, yan di hucreyeke taybet a girtîgeheke ewlehiya bilind a li paytext Brazîlyayê de, yan jî li qişleyeke leşkerî bikşîne.

Bûyerên li Brezîlyayê

Li Brezîlyayê di tûra duyem a hilbijartinên serokkomariyê de ku 30ê Cotmeha 2022yan hat kirin, Serokkomarê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva, serokkomarê berê yê rastgirê tund Jair Bolsonaro têk biribû.

Piştî hilbijartinan, alîgirên Bolsonaro bi rojan rê li ser rêyên bejahî girtibûn.

Roja 8ê Kanûna Paşîn a 2023yan jî bi daxwaza destwerdana artêşê, bariyerên polîsan derbas kiribûn û bi ser avahiya Kongreya Niştimanî de girtibûn.

Polîsê Federal ê Brezîlyayê, 26ê Çiriya Paşîn 2024an îdia kiribû ku Bolsonaro tevlî hewldana derbeya plankirî ya li dijî hikûmeta Lula da Silva bûye.

Dadgeha Bilind a Federal a Brezîlyayê jî 26ê Adarê bi yekdengî îdianameya dozgeriyê ya derbarê hewldana derbeyê de ku navê Bolsonaro û 6 kesên din tê de hebû, qebûl kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst