Operasyona madeyên hişbir a bi 32 wesayîtên zirxî: 4 jê polîs, 119 kuştî

29-10-2025
RÛDAW
Nîşan Brezîlya Madeyên Hişbir Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Rio de Janeiroyê ya Brezîlyayê, di operasyoneke li dijî komên madeyên hişbir de hat ragihandin ku 4 jê polîs, 119 kes hatine kuştin.

Rayedarên polîsê Brezîlyayê ragihand ku hejmara kesên di operasyonê de mirine derketiye 119an.

Berdevkê Polîsan Felipe Curi di konferanseke rojnamegeriyê de diyar kir ku hejmara kesên hatine desteserkirin jî derketiye 113an.

Parêzgarê Eyaleta Rio de Janeiroyê Claudio Castro di daxuyaniyekê de da zanîn ku bi armanca rawestandina belavbûna rêxistina tawanan a bi navê "Comando Vermelho" operasyonek hatiye lidarxistin ku 2 hezar û 500 polîs tê de beşdar bûne.

Castro da zanîn ku hêzên ewlehiyê bi 32 wesayîtên zirxî ketine herêmên Alemao û Penhayê yên li bakurê Rio de Janeiroyê.

Castro her wiha hişyarî da şêniyên herêmê ku di dema operasyonê de ji malên xwe dernekevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst