COP30 çi ye, çima girîng e û dê kî beşdarî wê bibe?

06-11-2025
RÛDAW
Nîşan COP30 Brezîlya Amerîka Çîn Guherîna Avhewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberên cîhanê dê ji bo civîna xwe ya salane ya li ser têkoşîna li dijî guherîna avhewayê li hev bicivin.

Lûtkeya îsal COP30 deh sal piştî Peymana Avhewayê ya Parîsê tê lidarxistin ku tê de welatan soz daye ku germbûna cîhanê di bin sînorê 1,5 pileyî de bihêlin.

COP30, civîna salane ya avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ye ku îsal cara 30emîn tê lidarxistin.

Di vê civînê de hikûmet gotûbêjan dikin ka dê çawa guherîna avhewayê sînordar bikin û xwe jê re amade bikin.

COP, kurtenivîsa “Konferansa Aliyan e.” Ew alî nêzîkî 200 welatên ku sala 1992an peymana yekem a avhewayê ya Neteweyên Yekbûyîyê îmze kirine îfade dike.

COP30 kengî û li kû derê ye?

COP30 bi awayekî fermî dê ji 10ê Çiriya Paşîn heta Înê 21ê Çiriya Paşîn berdewam bike.

Rêberên cîhanê dê beriya vekirina lûtkeyê di 6-7ê Çiriya Paşîn de bicivin.

Konferans cara yekem li Brezîlyayê, li bajarê Belemê yê li daristanên baranê yên Amazonê tê lidarxistin.

Li aliyê din, ji ber kêmasiyên di warê veguhastin û otêlan de lidarxistina konferansê li Belemê bûye sedema zehmetiyên lojîstîkî.

Her wiha birîna beşek ji daristanên Amazonê ji bo çêkirina rêyeke ji bo lûtkeyê û berdewamkirina Brezîlyayê ya di dayîna destûrên nû yên petrol û gazê de bûye sedema nîqaşan.

Çalakvanên jîngehê yên Brezîlyayî, bi boneya COP30 ku dê li welatê wan bê lidarxistin, xwe nîşandanek li dar xist û slogonên dan ser avahiyên sembolîk ên li Rio de Janeiroyê.

Armanca çalakvanan ew bû ku balê bikişînin ser parastina daristanan û bikaranîna sotemeniyên fosîlî.

Xwepêşanda jîngehparêzan li Rîo de Jenîro \ Wêne: AA

Kî beşdar dibe û kî beşdar nabe?

Tê payîn ku ji seranserê cîhanê nûnerên welatan beşdarî lûtkeyê bibin lê gelek rêberên cîhanê hîn beşdariya xwe piştrast nekiriye.

Hîn ne diyar e ka dê kî di heyeta Amerîkayê de cih bigire. Serokê Amerîkayê Donald Trump soz da ku ew dê ji Peymana Parîsê vekişe.

Trump di dema xwe ya yekem a serokatiyê de sala 2017an ji peymanê vekişiyabû lê Serokê berê Joe Biden di roja xwe ya yekem a kar de sala 2021ê ev gav betal kiribû.

Tê payîn ku Çîn ku li cîhanê belavkarê herî mezin ê gazên serayê ye, heyetekê bişîne lê nayê payîn ku Serok Xi Jinping beşdarî COP30ê bibe. 

Ji bilî siyasetmedaran, dê dîplomat, rojnameger û çalakvanên jîngehê jî beşdarî festîvalê bibin.

COP30 çima girîng e?

COP30 di demek krîtîk de tê lidarxistin ku çavkaniyên avê yên cîhanî di bin zexteke giran de ne.

Di sala 2015an de li Parîsê, nêzîkî 200 welatan li hev kir ku germbûna cîhanê di bin sînorê 1,5 pileyî de bihêlin.

Planên avhewayê yên welatan bi berdewamî li paş tiştên ku ji bo gihîştina vê armancê hewce ne dimînin.

Li gorî Peymana Parîsê, divabû welatan beriya COP30î planên xwe yên nûjenkirî pêşkêş bikirana lê heta niha tenê sêyeka welatan ev yek kiriye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres pejirand ku "derbaskirina" armanca 1,5 pileyî êdî neçarî ye.

Di rojeva COP30ê de çi heye?

Sotemeniyên Fosîlî: Di COP28an de welatan li hev kiribû ku "ji sotemeniyên fosîlî dûr bikevin.” Dibe ku li ser vê mijarê gavên nû bên avêtin.

Pere: Welatên dewlemend soz da ku heta sala 2035an salane herî kêm 300 milyar dolar alîkariyê bidin welatên pêşkeftî lê hîn ne diyar e ka dê ev pere çawa bê dayîn.

Enerjiya Nûjen: Welatan li hev kiribû ku heta sala 2030î kapasîteya enerjiya nûjen sê qat zêde bikin lê li gorî Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, cîhan niha li ser vê rêyê nîne.

Xweza: Dibe ku ji bo parastina daristanan foneke nû ya bi navê "Daristanên Tropîkal ên Mayînde" bê ragihandin.

Gelo dê COP30 ti bandorê bike?

Îsal, bi taybetî ji ber helwesta rêveberiya Trump, avêtina gaveke mezin a ber bi pêş ve zehmet xuya dike.

Serokê Amerîkayê di meha Îlonê de di axaftina xwe ya li Neteweyên Yekbûyî de guherîna avhewayê wekî "sextekariya herî mezin a ku heta niha li cîhanê hatiye kirin" bi nav kiribû.

Hinek çavdêr lûtkeyên berê wekî "şûştina kesk" (greenwashing) tawanbar dikin ku tê wateya ku welat û şirket bêyî ku gavên pêwîst bavêjin, xwe wekî jîngehparêz nîşan didin.

Di civînên COPê de peymanên girîng ên cîhanî hatine bidestxistin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, tevî zehmetiyan jî, Peymana Parîsê bûye sedema "çalakiya avhewayê ya hema hema gerdûnî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst