Lehiyê Meksîka daye ber xwe, bi dehan mirî û winda hene

12-10-2025
Nîşan Meksîka Lehî Mirî û Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Meksîkayê ji ber baranên dijwar û lehiyê, herî kêm 42 kes mirin û 27 kes jî winda ne.

Koordînasyona Neteweyî ya Parastina Sivîlan a Meksîkayê (CNPC) ragihand ku li eyaletên Veracruz, Puebla, Hidalgo, Queretaro û San Luis Potosiyê baranên dijwar bûne sedema lehiyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo dîtina 27 kesên winda xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi awayekî berfireh didomin.

Li aliyê din, Serokkomara Meksîkayê Claudia Sheinbaumê bi parêzgarên 5 eyaletên ku herî zêde ziyan dîtine re civîneke online li dar xist.

"Ti kêmasiya mexdûran namîne”

Sheinbaumê piştî civînê di daxuyaniyekê de got:

"Ti kêmasiya mexdûran namîne. Tîm û peywirdarên hikûmeta Meksîkayê ji bo vekirina rêyan û alîkariya gel li qadê hatine bicihkirin."

Li gorî medyaya Meksîkayê, li 5 eyaletên ku rastî karesata lehiyê ya herî mezin a salên dawî hatine bi hezaran kes bê kahreba mane.

Ji ber herîkîna axê û diserveçûna çeman metirsî heye ku karesata lehiyê hîn jî mezintir bibe.

Li herêmên ku otoban, kolan û xanî di bin avê de mane baranên dijwar berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst