Hewlêr (Rûdaw) - Li Meksîkayê di lehiyên ku ji ber baranên bihêz rabûn de heta niha 76 kes mirine.
Hat eşkerekirin ku xebatên lêgerînê berdewam dikin û heta vêga li 5 eyaletan 76 kes mirine û 39 kes jî winda ne.
Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum çûbû bajarokê Pantepecê yê eyaleta Pueblayê ku lehî lê rabûbû û li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir.
“Hûn ne bi tenê ne”
Sheinbaumê diyar kir ku ew bi rayedarên herêmî re di nava hevahengiyê de dixebitin û got:
"Me gel ji vekirina rêyan, gihandina alîkariyan û xebatên tesbîtkirina zererê yên ku ji aliyê peywirdarên neteweyî ve tên meşandin agahdar kir.
Em dê ti kesî li pey xwe nehêlin, hûn ne bi tenê ne."
Sheinbaumê paşê bi helîkopterê ji hewayê ve çavdêriya herêmên Huehuetla û Tianguistengo yên eyaleta Hidalgoyê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse