Li Awusturyayê daxwaza fêrbûna zimanê Kurdî zêde dibe

12-11-2022
Ala Şalî
Ala Şalî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Awusturya Zimanê Kurdî
A+ A-

Viyana (Rûdaw) - Li Awusturyayê daxwaza li ser fêrbûna zimanê Kurdî zêde bûye. Awusturyayiyên ku dixwazin serdana Kurdistanê bikin, hewl didin pêşî li Viyanayê piçekî Kurdî fêr bibin, piştre serdana Kurdistanê bikin.

Weke ku di videoyê de xuya dike, xwendekar mijûlî xwendina rêzimana kurmancî ne. Yasmin û Benedict hemwelatiyên Awûstûryayê ne ku ev salek e Kurdî dixwînin, her du jî bi aşiqê ziman, çand û gelê Kurdistanê ne.

Yasmin Randalla ya 67 salî li Viyanayê derûnnas e û biryar daye ku bi xwe fêrî Kurdî bike. Ji ber ku Yasmîn ev çend sal in li Rojavayê Kurdistanê projeyên mirovî dimeşîne û li wir bi çanda Kurdî re aşna ye. Ji bo ku Kurdan baştir fêm bike soz daye ku fêrî zimanê kurdî bibe.

Yasmin Randalla dibêje “Xelk li Rojavayê Kurdistanê bi Îngilîzî nizanin. Ji ber vê yekê ez dixwazim fêrî Kurdî bibim ji bo ku  ji wan fêm bikim, car caran diçim bakur û rojhilatê Sûriyê û li wir projeyên mirovahî dikim."

Benedict Metzmiss ê 37 salî, pisporê antropolojiya civakî ye û gelek hevalên xwe yên Kurd heye, dixwaze hînî Kurdî bibe û di pêşerojê de li Rojava bixebite.

Benedict Metzmiss got “Çand û zimanê Kurdî gelekî xweş e û pir bala min dikşîne. Ez pir bala xwe didim Rojhilata Navîn û min li zanîngehê zimanê Erebî xwendiye, ji ber vê yekê min xwest zimanekî nû hîn bibim, ez dixwazim serdana Rojavayê Kurdistanê bikim û beşdarî projeyên mirovî bibim. ev pilana min a paşerojê ye.”

Mamosteyê ciwan Hisên Hesen ku nêzî sê sal in mamostetiya zimanê kurdî dike û 7 sal in li Awusturyayê dijî, niha li Zanîngeha Viyanayê di beşa Zanistên Siyasî de xwendekarê masterê ye. Heftê du caran li ser înternetê û rojên Sêşemê di polê de dersa Kurdî dide.

Fikra fêrkirina Kurdî di enstîtuyê de vedigere çar sal berê, ku wan tenê 22 xwendevanên Awusturyayî hebûne û ji hingê ve hejmara xwendevanan sal bi sal zêde bûye û pirranîya wan jî hêşta Awusturyayî û Alman in. Di maweya sê salên karên xwe de peymangehê nêzîkî 300 Alman û Awusturyayî fêrî zimanê Kurdî kirine û hinek ji wan jî wek hobî beşdar bûne û hinek ji wan jî ji ber nêzîkbûn û peywendîya malbatîya xwe ya bi Kurdên evî welatî re xwe fêr dikin.

Larissa, Alex û Maria ji hezkirina hevalên xwe hînî kurdî dibin, Sorgul bi xwe bi kurdî diaxive, lê dixwaze xwendin û nivîsandina xwe baştir bike.

Dema xwendekar asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn a ziman temam dikin, bawernameya zimanê Kurdî ya pêbawer werdigirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst