Kîev (Rûdaw) - Dûrî eniya şer û dengê tank û topan, Konstantîna û Valerînaya ku xelkê bajarê Sumiyê ne biryar da ku êdî li benda bidawîhatina şer nesekinin û bizewicin.
Bajarê wan ji ber bombebarana berdewam bûye qada şer û cihê leşkeran lê vê yekê rê li ber wan negirt ku di ahengeke malbatî de biryarê bidin û nehêlin dûxana şer bandorê li jiyana wan bike.
Konstantîna li ser rewşa heyî got:
"Em li bendê bûn ku şer bi dawî bibe lê pir dirêj kir lewma me biryar da ku em bigihin hev."
Valerînaya ku ducanî ye, amaje bi wê yekê kir ku ji ber nezelaliya siberojê û wê rewşa taybet a tê de ne, nexwestine karê xwe bi paş bixin û xwestine xwe li gorî rewşê biguherînin.
Ev çîrok rewşeke giştî ya li Ukraynayê nîşan dide.
Şer siya xwe li ser hemû beşên jiyanê daniye û ji ber bêîstiqrariyê, amarên zewacê sal bi sal kêm dibin.
Sala 2013an 304 hezar û 232 zewac hatibûn tomarkirin lê sala 2024an ev hejmar daketiye 150 hezar û 210an.
Heta nîvê yekem a îsal jî tenê 68 hezar û 559 zewac hatine tomarkirin.
Ji ber ku Kîev dûrî eniyên şer e, niha paytext bûye navenda hemû wan kesên ku ji herêmên cuda tên da ku zewaca xwe bikin.
Organîzatora ahengan Olena Krichenkoyê diyar kir ku hejmara zewacê li Kîevê zêde bûye.
Sedem jî ew e, leşker dixwazin berî ku biçin xizmetê, pêwendiyên xwe yên bi hezkiriyên xwe re fermî bikin da ku mêr bizanibin hevjînên wan li vir li benda wan in.
Aliyê din ê vê krîza demografîk di kêmbûna berbiçav a rêjeya jidayîkbûnê de derdikeve holê.
Sala 2013an zêdetirî 504 hezar zarok ji dayîk bûbûn lê ev hejmar sala 2022yan ji bo 233 hezaran û sala 2025an jî ji bo tenê 180 hezar zarokan daketiye.
Ev jî tê wê wateyê ku di 12 salan de anîna zarokan li Ukraynayê ji sedî 60 kêm bûye.
“Dê bibe pirsgirêkeke mezin”
Birêvebirê Klînîka Zarokanînê Oleg Britavoy sedema vê yekê bi koça jinên ciwan a derveyî welat ve girê da û anî ziman:
"Yên ku niha tên ji bo zarokanînê piraniya wan temenê wan li derdora 40 û heta 50 salî ye jî.
Ev ew malbat in ku zarokên xwe ji dest dane û dixwazin ji bo dilxweşiya xwe zarokekî din bînin, ev jî piştî şer dê bibe pirsgirêkeke mezin."
Berevojî zewac û jidayîkbûnê, hejmara mirinê bi awayekî metirsîdar zêde bûye.
Bi awayekî ku sala 2025an li hemberî her jidayîkbûnekê, 2-3 kes dimirin.
Lêkolerê Demografiyê Vasyl Voskoboynyk hişyarî da ku Ukrayna li pêşiya pirsgirêkeke cidî ya paşerojê ye.
Heta bêyî liberçavgirtina kuştiyên şer jî, salane hejmara niştecihên welêt nêzîkî 300 hezar kesî kêm dibe.
Li gorî amarên Peymangeha Demografiyê ya Akademiya Niştimanî ya Zanistî ya Ukraynayê, hejmara niştecihan ji 42 milyon kesên berî sala 2022yan, niha daketiye bin 36 milyon kesan.
Tê pêşbînîkirin ku heta sala 2051ê ew hejmar bigihêje tenê 25 milyon kesan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse