Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Rûsyayê bi mûşekan êrişî binesaziya Bendera Odesayê ya Ukraynayê kir.
Hat ragihandin ku di êrişê de 8 kes mirine û 27 kes jî birîndar bûne.
Servîsa Rewşên Bilez a Dewletê ya Ukraynayê (DSNS) li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rûsyayê êrişî herêma Odesayê kiriye.
Hat destnîşankirin ku artêşa Rûsyayê bendera li herêmê kiriye hedef.
Hat diyarkirin ku hinek birîndar di dema êrişê de di otobuseke li cihê bûyerê de bûne.
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn, "Kamyonên li parkê şewitîn û otomobîlan jî zerer dît."
Her wiha hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê bi dronan êrişî binesaziya bajarê Mykolaivê yê Ukraynayê jî kiriye.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Asmanî ya Artêşa Ukraynayê, metirsiya êrişa asmanî ya li ser herêmên cuda didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse