Hinek Koçberên Kurd li Rûsyayê girtî ne û metirsiyê heye wan bişînin Sûriyeyê

12-12-2023
RÛDAW
Koçber niha li bajarê Vologdayê yê Rûsyayê di zindanê de ne
Koçber niha li bajarê Vologdayê yê Rûsyayê di zindanê de ne
Nîşan Koçberên Kurd Rûsya Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hinek koçberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Rûsyayê girtî ne û metirsiya dersînorkirinê li ser wan heye.

Malik Sîno û birayê wî Şivan Sîno yên ji Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê diman, xwest biçin Ewropayê.

Di meha meha Çiriya Pêşînê ya 2023yan de berê xwe dan Rûsyayê û ji wir çûne Belarusyayê.

Her du birayên  ji wir hewl dan derbasî Polandayê bibin.

Ev xort li Polandayê hatin girtin û ew dîsa vegerandin  Belarusya.

Li Belarusya careke din hewl dan bi rêya Finlandayê derbasî Ewropa bibin lê ew li ser sînor hatin girtin.

Ew niha li bajarê Vologdayê yê Rûsyayê di zindanê de ne.

Malik Sîno beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku metirsiye heye û Rûsya wan bişînin Sûriyeyê.

Bi gotina Malik Sîno zêdeyî 200 kesan li girtîgehan hene.

Malik Sîno diyar kir ku ew naxwazin wan bişînin Sûriyeyê.

Malik Sîno herwiha da zanîn ku li Herêma Kurdistanê îqameya wan heye û xwest ku berpirsên Herêma Kurdistanê ji war e bibe alîkar da ku wan vegerînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst