Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Rûsyayê ragihand ku wan bajarê Kupianskê yê li rojhilatê Ukraynayê kontrol kiriye.
Medyaya Rûsyayê ragihand ku Fermandarê artêşa Rûsyayê yê Rojavayê Rûsyayê Sergey Kuzovlev doh ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re gotiye:
"Hêzên Rûsyayê bajarê Kupianskê bi temamî kontrol kir."
Sergey Kuzovlev diyar kir ku ew bajar navendeke girîng a parastina Ukraynayê bûye.
Roja ewil a êrişa Moskowê ya sala 2022yan a li Kyivê, bajarê Kupianskê ketibû destê Rûsyayê lê paşê artêşa Ukraynayê ew der paş ve standibû.
Heta niha Ukraynayê ti agahî û daxuyanî li ser ketina bajêr belav nekirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse