Rûsya: Me li Ukraynayê 3 deverên din kontrol kirin

17-11-2025
Nîşan Rûsya Ukrayna Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan li herêmên Xarkîv, Dnîpropetrovsk û Donetskê yên Ukraynayê 3 deverên din xistine bin kontrola xwe.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de derbarê çalakiyên artêşa Rûsyayê yên li Ukraynayê agahî dan û ragihand ku wan 3 deverên niştecihbûnê kontrol kirine û got:

"Hêzên me Dvureçanskoya li herêma Xarkîvê, Gaya li herêma Dnîpropetrovskê û Platonovkaya li Komara Gel a Donetskê rizgar kirin."

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku 36 dronên Ukraynayê ji aliyê sîstemên parastina asmanî ve li ser herêmên cuda yên Rûsyayê hatine bêbandorkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê doh jî ragihandibû ku wan li herêma Zaporîjyayê deverên niştecihbûnê yên Rovnopolye û Malaya Tokmaçkayê xistine bin kontrola xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Emîr Seîd Îrewanî û Namo Ebdulah / Wêne: Rûdaw

TAYBET - Balyozê Îranê: Em ne cîranan, baregehên Amerîkayê dikin hedef

Balyozê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Emîr Seîd Îrewanî, di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da pirsa Rûdawê ya li ser sedema êrişên wan ên li ser welatên cîran