Li Almanyayê kî êrişî Kurdan dike?

2 demjimêr berê
Kehî Mehmûd
Dîmenê Newroza Kolnê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dîmenê Newroza Kolnê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Diyaspora Kurdan Almanya Nijadperestên Tirk Prof. Dr. Çinur Qaderi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji qedexekirina stranên Kurdî heta êrişên bi kêran ên li kolanan; Kurdên li Almanyayê rûbirûyê pêleke nû ya 'nijadperestiya piralî' dibin.

Raporeke nû perdeyê li ser rastiya tal a êrişên sîstematîk radike û eşkere dike ku piraniya van êrişan ji aliyê Tirkên neteweperest û komên radîkal ve têne kirin

 Keçeke Kurd a stranbêj li bajarê Mannheimê yê herêma Baden-Wurttemberga Almanyayê ye.

Jineke Tirk jê re dibêje: "Ez Tirk im, tu nikarî stranên Kurdî bibêjî. Karê Kurdan li vê derê nîne."

Prof. Dr. Çinûr Kaderî bi lêkolînên xwe eşkere dike ku Kurd li Almanyayê rûbirûyê nijadperestiya piralî dibin.

Li gorî rêxistinên Kurdî zêdetirî 1,5 milyon Kurd li Almanyayê dijîn. Kurd dibin yek ji komên herî mezin ên biyanî li wî welatî.

Nijadperestiya li dijî Kurdan di jiyana rojane de çawa xuya dike?

Bûyereke din li stasyona bajarê Leipzigê Kanûna Paşîn a 2026an çêbû.

Zilamekî Kurd ê bi navê K. bi kêreke 30 santîmetreyî hat birîndarkirin. Li gorî gotina wî êrişker Ereb bûn û wan dest bi êrişên xwe kir dema wan zanî ku K. bi Kurdî axiviye.

Yek ji damezrînerên Navenda Agahiyan a Nijadperestiya li Dijî Kurdan Pesar Harîkî eşkere dike ku divê nijadperestiya dijî Kurdan "were tomarkirin û dîtin.”

Damezrînerê Navenda Agahiyan a Nijadperestiya li Dijî Kurdan Pesar Harîkî:

"Çima ev girîng e? Ji ber em dikarin van bûyerên nijadperestiya li dijî Kurdan bi awayekî amarî tomar bikin û binirxînin, da ku paşê siyaseta li Almanyayê karibe helwestê nîşan bide.

Her çi qas agahiyên me zêdetir bin, em dikarin biryarên baştir bidin. Eger nijadperestiya li dijî Kurdan veşartî bimîne, wekî mijareke girîng nayê dîtin."

Navenda Agahiyan 217 bûyerên li dijî Kurdan ên li Almanyayê tomar kirine.

Ji sedî 37,8ê kiryarên nijadperestiya dijî Kurdan Tirkên neteweperest bûne.

Ji sedî 16,6ê wan Îslamiyên radîkal dijayetiya Kurdan kirine û ji sedî 10ê kiryarên nijadperestiya dijî Kurdên Almanyayê jî "Erebên neteweperest bûne.”

Rapora Navenda Agahiyan a Nijadperestiya li Dijî Kurdan (2024)

Bûyer: 217

Kiryarên Nijadperestiyê:

Ji sedî 37,8 Neteweperestên Tirk

Ji sedî 16,6 Komên Îslamî

Ji sedî 10,1 Neteweperestên Ereb

Pesar Harîkî got ku wan di rapora 2024an de jî çend çareserî ji hikûmeta Almanyayê re pêşniyar kirine.

Pesar Harîkî di berdewamiyê jî de got,"Di heman demê de, em dixwazin nijadperestiya li dijî Kurdan di pergalên polîsan ên li seranserê Almanyayê de wekî sûc bên tomarkirin.

Heta niha nijadperestiya li dijî Kurdan tenê wekî 'nijadperestiya li dijî Misilmanan' dihat tomarkirin."

Bi gotina Prof. Dr. Çinûr Kaderiyê, di heqê mijarê de nezanînek heye loma ew bi rêya bernameyên taybet ên di nav hemû dezgehên siyasî, perwerde û ewlehiyê de daxwaza hişyarkirinê dike.

Her wiha daxwaza cezakirina wan komên nijadperest dike.

Li gorî lêkolîneke Prof. Dr. Çinûr Kaderiyê, Kurd li Almanyayê rûbirûyê "nijadperestiya piralî" dibin.

Bi zêdetirî 1,5 milyon nifûsê, Kurd yek ji komên herî mezin ên biyanî yên li wî welatî ne û di jiyana rojane de rastî nijadperestiyê tên.

Wekî mînak, li bajarê Mannheimê, jineke Tirk ji stranbêjeke Kurd re gotiye ku ew nikare bi Kurdî bistirê.

Her wiha Kanûna Paşîn a 2026an li Leipzigê, zilamekî Kurd ji ber axaftina bi Kurdî, bi kêrê ji aliyê kesên ku wî wekî Ereb bi nav kirine ve hat birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst