Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto ji Rûdawê re ragihand, "Em giringiyê didin avakirina ewlehiya Herêma Kurdistana Îraqê, parastina wê, bipêşxistina hêzên wê yên çekdar û zêdekirina hevkariyan."
Crosetto her wiha Herêma Kurdistanê wekî "aktorekî sereke û bingehîn ê li herêmê" pênase kir.
Guido Crosetto hevkariya di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de bi rengê "dîrokî" bi nav kir û got:
"Em giringiyê didin avakirina ewlehiya Herêma Kurdistana Îraqê."
Crosetto teqez kir ku Îtalya "hewleke mezin dide ji bo parastina Kurdên li Sûriyeyê."
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo çespandina aramî û aştiyê, "aktorekî sereke û bingehîn ê li herêmê ye."
Crosetto her wiha destnîşan kir ku DAIŞ hîn jî "metirsiyeke mezin û bihêz e, bi taybetî piştî tiştên ku li Sûriyeyê û di girtîgehên wî welatî de qewimîn."
Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: We berê li Îtalyayê bi Serok Barzanî re hevdîtin kiribû, îro jî hûn bi Serok Nêçîrvan Barzanî re dicivin. Hûn ji vê civînê li benda çi ne?
Guido Crosetto: Em dê wan dan û standinên ku me li Romayê dest pê kiribû bidomînin çimkî hevkariya di navbera Îtalya û Herêma Kurdistana Îraqê de hevkariyeke dîrokî û kevn e.
Em girîngiyê didin avakirina ewlehiya Herêma Kurdistana Îraqê, parastina wê, bipêşxistina hêzên wê yên çekdar û zêdekirina hevkariyên xwe. Em dizanin ku Herêma Kurdistanê ji bo çespandina aramî û aştiyê li wê herêmê aktorekî sereke û bingehîn e.
Rûdaw: Gelo DAIŞ hîn wekî gefeke li ser Ewropayê tê dîtin?
Guido Crosetto: Bi temamî belê, hîn metirsiyeke mezin û bihêz e, bi taybetî piştî tiştên ku li Sûriyeyê û di girtîgehên Sûriyeyê de qewimîn.
Rûdaw: Hûn çawa dikarin piştgiriya Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bikin û hûn Kurdên li Rojavayê Kurdistanê çawa diparêzin?
Guido Crosetto: Îtalya ji bo parastina Kurdên li Sûriyeyê hewleke mezin dide. Me her ji destpêkê ve daxwaz kiriye ku bên parastin, ewlehiya wan were garantîkirin û êriş werin rawestandin.
Rûdaw: Gelekî spas cenabê wezîr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse