Putîn: Sedema koçberiya Kurdan welatên rojava û Ewropa ye

13-11-2021
RÛDAW
Nîşan Belarûs Poland Koçber Kurd Vladimir Alexander Lukashenko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê sedema koçberiya xelkê Başûrê Kurdistan, Iraq û Efxanistanê, bi destwerdana serbazî ya welatên rojava û Ewropayê ve girêda û bi awayekî ne rasterast jî amaje bi destwerdana Amerîkayê ya li Iraqê kir di sala 2003an de.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro, di hevpeyvîneke taybet de li gel televîzyona fermî ya Rûsyayê, behsa krîza koçberan kir û hemû ew tometên ku têkildarî vê krîzê arasteyî Rûsyayê tên kirin, red kirin û got, “Ti kompaniyeke me xelk veneguhestiye wê deverê.”

‘Sedema krîza koçberan welatên rojava ne’

Li gor gotina Putîn, ew krîz ji aliyê welatên rojava û Ewropayê ve hatiye çêkirin, ne ku ji aliyê Belarûsê ve û got, “Ev sedem ji aliyê welatên rojava bi xwe ve, ji aliyê welatên Ewropayê ve, hatine çêkirin. Ev yek jî ji aliyê serbazî û aborî ve: ji aliyê serbazî ve, ji ber ku hemûyan beşdarî di şerê Iraqê de kirin, lewma niha hejmareke zêde ya Kurdên Iraqê li ser sînor in. Ji bo heyama 20 salan wan (welatên rojavayî) şer li Efxanistanê kirin, lewma niha hejmareke zêde ya Efxaniyan li wê derê ne.”

Putîn bêyî ku navê Amerîkayê bilêv bike, got, ji ber destwerdana serbazî û aborî ya wan û welatên Ewropa li wan welatên ku koçber jê tên, ev pirsgirêk çêbûye.

‘Lukashenko dikare gazê li ser Ewropayê qût bike’

Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko berî niha gef xwaribû û gotibû, eger Poland û welatên Yekîtiya Ewropa, sizayên zêdetir li ser wan bisepînin, ew dê hinardekirina gazê li ser Ewropayê bibirin û li ser van gotinan jî Putîn ragihand, wek welatekî transît, Lukashenko dikare fermana qûtkirina gazê bide, “her çiqas ev binpêkirina girêbesta transîtê ya di navbera me de be” û hêviya xwe derbirî ku ev yek rû nede.

Vladimir Putîn behsa cezayên Ewropayê yên li ser Lukashenko jî kir û got ku ev yek ziyanê digihîne sektora gazê ya Ewropayê û “xizmeta pêşxistina peywendiyên li gel Belarûsê nake.”

‘Me nîgeraniya xwe gihandiye Rûsyayê’

Ev gotinên Putîn di demekê de ne ku Serokê Amerîkayê Joe Biden roja 12ê vê mehê, di yekem daxuyaniya xwe ya derbarê krîza koçberan de gotibû, “Ev cihê nîgeraniyeke mezin e. Me nîgeraniya xwe gihandiye Rûsyayê. Me nîgeraniya xwe gihandiye Belarûsê jî. Li gor me ev yek pirsgirêkek e.”

Rûsya yek ji hevpeymanên girîng û sereke yên Belarûsê ye ku Belarûs ji aliyê welatên rojava ve wek xwediya “dawî dîktatorê” parzemîna Ewropayê tê binavkirin.

Li ser krîza koçberan, Yekîtiya Ewropa Lukashenko bi bikaranîna koçberan li dijî wan tometbar dike û gefên girankirina sizayên li ser Belarûsê dixwe.

Krîza koçberan

Niha derdora 4 hezar koçber li ser sînorê Belarûs û Polandê kom bûne ku dixwazin biçin welatên Ewropayê, taybet jî Almanyayê û di rewşeke xerab de ne.

Beşeke zêde ya wan koçberên ku li ser sînorê Belarûs û Polandê asê mane û dixwazin biçin welatên Ewropayê, Kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê ne û di vê werza zivistanê de jî rewşa koçberan xerabtir dibe ku hejmareke zêde ya jin û zarokan jî di nav de hene.

Polîsê Polandê duh ragihandibû ku derdora 4 hezar koçber li ser sînor kom bûne û hejmara wan jî her ku diçe zêde dibe.

Hikûmeta Polandê ji bo rêgirtina li derbasbûna koçberan, sînorê xwe yê li gel Belarûsê tundtir kiriye û nêzikî 15 hezar endamên hêzên ewlekariyê li xeta sînor bicih kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst