Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dewletê yê Wezareta Parastinê ya Almanyayê Dr. Nils Schmid ragihand ku piştgiriya welatî wî ya ji bo Herêma Kurdistanê dê bidome.
Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên dîplomatîk ên li Almanyayê didomin.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Wezîrê Dewletê yê Wezareta Parastinê ya Almanyayê Dr. Nils Schmid re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û bipêşxistina hevkariya hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de hat tekezkirin ku dê piştgiriya leşkerî û siyasî ya Almanyayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam bike.
Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir
Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya berdewam a ku Almanyayê di her warî de daye Herêma Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Dr. Nils Schmid jî tekez kir ku welatê wî ji bo parastina aramî û seqamgiriyê dê piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê bidomîne.
Mijareke din a rojeva civînê jî bipêşketinên ewlehiyê yên dawî yên li herêmê û gefa terorê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse