Nêçîrvan Barzanî ji Şeybanî re got: Divê mafên Kurdan di destûrê de bên parastin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Eshed Şeybanî civiyan / Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî û Eshed Şeybanî civiyan / Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Eshed Şeybanî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re got, “Divê mafên Kurdan di destûrê de bên parastin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Seokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de pêwendiyên Sûriyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha bandora van rûdanan a li ser aramî û seqamgiriya herêmê hat nirxandin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina krîzên Sûriyeyê û parastina mafên hemû pêkhateyan kir.

Giringiya diyaloga niştimanî

Di civînê de behsa rewşa mirovî ya koçberan û bipêşxistina diyaloga niştimanî ya ji bo paşerojeke aram hat kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê pesnê rola serkirdayetiya Herêma Kurdistanê da.

Eshe Şeybanî amaje bi rola Hewlêrê ya di peymana di navbera Şam û HSDyê de kir û spasiya wan kir ji bo alîkariya koçberan û hewldanên wan ên ji bo parastina aramiya herêmê.

"Divê mafên Kurdan di destûrê de bên parastin"

Serok Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftin, aramî û seqamgiriyê ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xwest.

Barzanî her wiha tekezî li ser girîngiya parastina mafên Kurdan di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst