Eshed Şeybanî: Kurdan otonomî nexwestiye

1 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Eshed Şeybanî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê HSD Otonomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ragihand ku şandeya HSDyê daxwaza otonomiyê nekiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de civiyan.

Eshed Şeybanî piştî civîna bi Nêçîrvan Barzanî re ji Rûdawê re axivî û hûrgiliyên civîna xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî re eşkere kirin.

"Barzanî piştgiriyê dide peymana bi HSDyê re"

Eshed Şeybanî diyar kir ku civîna wan gelekî baş derbas bûye û got:

"Civîna me ya bi Birêz Nêçîrvan re gelekî baş bû. Civînên me didomin û civîna me ya ewil par her li Munîhê pêk hatibû.

Birêz Nêçîrvan Barzanî ducare tekezî li ser piştgiriya xwe ya ji bo vê peymana niha ya bi HSDyê re kir.

Her wiha tekezî li ser piştgiriya xwe ya ji bo yekîtî û selametîya xaka Sûriyeyê, pêwîstiya têkelbûnê û pêşîgirtina berjewendiyên Sûriyeyê kir."

"HSDyê daxwaza otonomiyê nekiriye"

Me ji Şeybanî pirsî, "Gelo şandeya HSDyê daxwaza xweseriyê kiriye?" Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê ev pirs wiha bersivand:

"Daxwazeke bi vî rengî nebûye lê baweriya me bi Sûriyeyeke yekgirtî heye ku maf û selametîya hemû aliyan garantî bike, bi Kurdan ve jî."

Pêwendiyên bi Amerîkayê re

Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser pêwendiyên bi Amerîkayê re jî got:

"Amerîka piştgiriya hikûmeta Sûriyeyê dike û piştgiriyê dide yekîtiya axa Sûriyeyê û serkeftina vê qonaxê."

Esed Şeybanî her wiha got, “Amerîka di mijara rakirina cezayê li ser Sûriyeyê de gelekî pratîk bû û îro jî piştgiriyê dide pêvajoya avedankirinê.

Ev civîn gelekî baş bû û xizmeta wê rêyê dike ku hikûmeta niha ya Sûriyeyê li ser dimeşe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst