Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ragihand ku hikûmeta welatê wî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî "dijmin" nabîne û wan wekî "hevpar"ên xwe dizane.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî di paneleke Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de li ser pêwendiyên wan ên bi HSDyê re axivî.
Eshed Şeybanî diyar kir ku ew helwesta xwe ya li hemberî HSDyê li gorî berjewendiyên welatê xwe diyar dikin û ev yek ji aliyê Amerîka û Tirkiyeyê ve jî hatiye pesendkirin.
"Siyaseta nû garantiya paşeroja Sûriyeyê ye"
Şeybanî tekez kir ku siyaseta nû ya Şamê "garantî ye ji bo paşeroja Sûriyeyê" û bi bîr xist ku doh ew û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio civiyane û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî jî di civînê de beşdar bûye.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê got, “Ew civîna ku me doh bi Marco Rubio re kir û General Mezlûm li kêleka min bû, nîşan dide ku hikûmeta me bi çi nêrînekê kar dike.
Em wekî dijmin li HSDyê nanêrin, ew hevparên me ne û dikarin di bin sîwana giştgir a nasnameya niştimanî de bi me re kar bikin."
Li gorî gotina Şeybanî, Sûriye berpirsyariya hemû Sûriyeyiyan e û nabe nasnameya niştimanî tenê ji bo neteweyekê, dînekî yan mezhebekî were terxankirin, berevajî vê yekê divê sazî pirreng bin.
Veguhastina çekdarên DAIŞê
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê di beşeke din a axaftina xwe de, bal kişand ser mijara veguhastina çekdarên DAIŞê ya ji Sûriyeyê û ragihand ku ev "operasyoneke Amerîkayê bûye."
Esed Şeybanî got, "Di wî warî de çi ji destê me were em piştgiriya Îraqê dikin. Baweriya me ew e ku rûbirûbûna DAIŞê berpirsyariyeke hevpar e."
Şeybanî li ser çarenivîsa wan çekdarên ku veguhastine Îraqê jî got:
"Beşeke zêde ya wan girtiyan Sûriyeyî ne û em dikarin wan vegerînin Sûriyeyê da ku em barê giran ê li ser milê Îraqê sivik bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse