Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li ser bihêzkirina hevkariya hevpar û rûdanên herêmê civiyan.
Di civînê de peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî hat gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Fuad Husên îro di çarçoveya Konferansa 62yemîn a Ewlehiyê ya Munîhê de Îbrahîm Kalin pêşwaziya kir.
Her du aliyan li ser rêyên bihêzkirina hevkariya navbera Îraq û Tirkiyeyê û rûdanên li Rojhilata Navîn guftûgo kir.
Her wiha bipêşketinên dawî yên peymana ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de hatiye îmzekirin jî hatin nirxandin.
Li gorî daxuyaniyê, aliyan kêfxweşiya xwe li hemberî biryardariya aliyên peymanê ya ji bo bicihanîna madeyên peymanê anîne zimên û diyar kir ku ev yek piştgiriyê dide aramiya herêmê.
Ev civîn piştî aloziya diplomatîk a di navbera Bexda û Enqereyê de pêk hat.
Ji ber gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li ser Îraqê alozî derketibû û Îraqê ew gotin red kiribûn û wekî destwerdana karên navxweyî bi nav kiribû.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî paşê daxuyaniyek dabû û gotibû ku gotinên Hakan Fîdan ji aliyê hinek dezgehên medyayê yên li Îraqê ve hatine berevajîkirin û wekî destwerdana karên navxweyî hatine nîşandan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse