Munîh (Rûdaw) - Serokê Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Almanyayê ragihand ku divê welatên Ewropayê xwe ji bo qonaxeke wisa amade bikin, dibe ku Amerîka ji herêmê vekişe yan jî hebûna wê ya leşkerî nemîne.
Serokê Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Almanyayê Armin Laschet di hevpeyvîneke taybet de li gel nûçegihana Rûdawê Ala Şalî tekezî li ser wê yekê kir ku Ewropa niha bi cidî ji bo bihêzkirina şiyana parastina xwe dixebite.
Rewşa Sûriyeyê û mafên Kurdan
Armin Laschet derbarê rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku Ewropa wekî "temaşevan" namîne û pêwendiyên wan bi hikûmeta veguhêz a Şamê re hene.
Laschet her wiha destnîşan kir ku tecrubeya bihevrejiyana dînî ya li Azerbeycanê dikare bibe "mînakeke baş" ji bo Sûriyeyê da ku mafên Kurd, Xiristiyan û hemû pêkhateyên din tê de werin parastin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Serokê Komîteya Karên Derve ya Parlamentoya Almanyayê Armin Laschet re:
Rûdaw: Nêrîna we ya li ser wê gotara ku derbarê pêwendiyên Ewropa û Amerîkayê hat pêşkêşkirin çi ye?
Armin Laschet: Gotar rûbirûyî Ewropayê bû û behsa gelek xalên hevbeş ên di navbera Ewropa û Amerîkayê de kir. Her wiha eşkere qala cudahiyan jî kir. Lê belê tona axaftinê ji gotara par a Vance cuda bû. Loma ez geşbîn im ku em dê xebatên xwe yên bi Amerîkayê re bidomînin. Li gel vê yekê jî divê Ewropa xwe ji bo paşerojê amade bike; ji bo wan demên dibe ku Amerîkayî li vir nemînin yan jî vekişin. Em niha ji bo bihêzkirina şiyana parastina xwe dixebitin.
Rûdaw: Birêz Serok, General Mezlûm Ebdî li Sûriyeyê rûbirûyî astengiyeke mezin bûye, gelo Ewropa tenê temaşevan e?
Armin Laschet: Nexêr, Ewropa tenê temaşevan nîne. Ewropa pêwendiyên xwe bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re hene. Ez vê sibehê bi Serokê Azerbeycanê re axivîm. Wî qal kir ku Azerbeycan niha di warê enerjiyê de alîkariya Sûriyeyê dike. Her wiha ew dê di baştirkirina pêwendiyên bi Îsraîl û kêmîneyan re bibe alîkar çimkî Azerbeycan ji bo bihevrejiyana dînî mînakeke baş e. Heger Sûriye sûdê ji vê ezmûnê wergire, ev dê ji bo Kurd, Xiristiyan, Elewî û Durziyan gelekî baş be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse