Hewlêr (Rûdaw) – Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Dr. Berhem Salih ragihand ku ew dê piştgiriya hewlên Hewlêr û Bexdayê bidomînin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Dr. Berhem Salih re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa mirovî ya penaberan a li Îraq û Herêma Kurdistanê û hgerêmê hat gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa penaberan a li Herêma Kurdistanê û tekezî li ser girîngiya berdewamiya alîkariyên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
"Roleke mirovî û dîrokî"
Dr. Berhem Salih pesnê rola mirovî û dîrokî ya Herêma Kurdistanê da ku bêyî cudahî mêhvandariya koçber û penaberan kiriye.
Berhem Salih her wiha tekezî li ser pêbendiya UNHCRyê ya ji bo piştgiriya hewlên hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê kir da ku jiyana penaberan were başkirin û pêdiviyên wan bên peydakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse