Brîtanya balafirên şer dişîne Rojhilata Navîn

14-06-2025
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Balafirên Şer Keir Starmer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Brîtanyayê li ser zêdebûna rageşiya Îsraîl-Îranê biryar da balafirên şer û hêmanên piştgiriya leşkerî bişîne Rojhilata Navîn.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, bersiveke zelal neda pirsa ka ew dê piştgiriya parastinê bidin Îsraîlê an na, lê peyama "em amade ne" da.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, ragihand ku welatê wî piştî êrişên tolhildanê yên Îranê li dijî Îsraîlê, balafirên şer û hebûnên din ên leşkerî şandine Rojhilata Navîn.

Starmer got ku ew bi armanca "piştgiriyeke tedbîrî" li hemberî rageşiya ku li herêmê zêde dibe, tevdigerin.

Lêbelê, wî bi awayekî zelal bersiv neda pirsa ka ew dê li hemberî êrişeke muhtemel Îsraîlê biparêzin an na.

Starmer, dema ku ji bo Lûtkeya G7ê diçû Kanadayê, di balafirê de ji rojnamevanan re axivî.

Starmer got ku wî piştî êrişa Îsraîlê ya li ser tesîsên nukleerî û rayedarên leşkerî yên li Îranê, bi gelek serokan re, di nav de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump, hevdîtin pêk aniye.

Starmer got, "Ez dê her dem ji bo Brîtanyayê biryara herî rast bidim."

Jet û balafirên tanker şandin herêmê

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê (Downing Street) de hat diyarkirin ku ji bilî balafirên şer ên ku jixwe li herêmê bicihkirî ne, jetên nû û balafirên dagirtina sotemeniyê jî hatine şandin.

Hat ragihandin ku ev amadekarî roja Înê serê sibê, piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê, hatine destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku Brîtanya heta niha tevlî ti operasyoneke leşkerî ya li dijî Îranê nebûye û ji bo rawestandina mûşekên ku ji Îranê hatine avêtin jî destwerdan nekiriye.

Gef ji Tehranê: Dibe ku Brîtanya jî bibe hedef

Tehranê hişyarî dabû ku dibe ku baregehên welatên Rojavayî yên ku alîkariya Îsraîlê dikin, bên hedefgirtin.

Derbarê vê mijarê de, Starmer xwe ji dayîna hûrguliyan dûr xist û got:

"Ne rast e ku ez li ser biryarên operasyonel biaxivim. Rewş hîn jî diguhere. Lê em hebûnên xwe dişînin herêmê, ev piştgiriyeke tedbîrî ye."

Trafîka dîplomasiyê û tekeza li ser 'aramiyê'

Starmer diyar kir ku berî ku ji Londonê derkeve, bi Şazadeyê Cihnişîn ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman re bi telefonê axiviye û got ku wî her wiha bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz û Serokê Amerîkayê re jî pêwendî daniye.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy jî bi hevtayê xwe yê Îranî Ebas Eraqçî re hevdîtin kiriye û banga kêmkirina rageşiyê kiriye.

Starmer got, "Em bi berdewamî bi hevalbendên xwe re di nava pêwendiyê de ne

Peyama me zelal e, Rageşiyê kêm bikin. Her tişt di vê çarçoveyê de dimeşe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst