Polonya û Romanya ji ber dronên Rûsyayê li ser pêyan in

14-09-2025
RÛDAW
Nîşan Polonya Romanya Rûsya Ukrayna Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polonya û Romanyayê ji ber gefa dronên Rûsyayê balafirên xwe yên şer xistin nava liv û tevgerê.

Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

"Ji ber gefa dronên Rûsyayê yên ku li herêmên Ukraynayê yên nêzîkî sînor çalak in, li qada me ya asmanî operasyonên pêşîlêgir ên balafirên Polonya û hevpeymanan hatin destpêkirin.

Me sîstemên parastina asmanî xistin rewşa amadebaşiya herî bilind."

Donald Tusk piştre di daxuyaniyeke din de ragihand ku rewşa awarte bi dawî bûye û spasiya kesên ku di operasyona asmanî û bejahî de cih girtiye kir.

Tusk tekez kir ku ew dê di rewşa amadebaşiyê de bimînin.

Li aliyê din, di dîmenên ku li ser torên civakî hatin belavkirin de tê dîtin ku li cihên niştecihbûnê yên li ser sînorê rojhilatê Polonyayê sîren lê didin.

Li qada asmanî ya Romanyayê droneke Rûsyayê hat dîtin

Wezareta Parastinê ya Romanyayê ragihand ku ji ber ku Rûsya êrişên xwe yên li ser binesaziya Ukraynayê didomîne Romanyayê 2 balafirên şer ên F-16 ji bo çavdêriya qada xwe ya asmanî ya li nêzîkî sînorê Ukraynayê erkdar kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafirên şer li qada asmanî ya Romanyayê ya li nêzîkî sînorê Ukraynayê droneke Rûsyayê dîtiye û ew dron 20 kîlometreyan hatiye şopandin heta ku ji radarê winda bûye.

Wezîrê Parastinê yê Romanyayê Ionut Mosteanu jî li ser hesabê xwe yê Xê diyar kir ku droneke Rûsyayê ya ku qada asmanî binpê kiriye, hatiye tespîtkirin.

Mosteanu ragihand ku Romanya vê helwesta Rûsyayê ya ku aramiya herêmê dixe xeteriyê şermezar dike û got:

"Em bi NATOyê re di rewşa amadebaşiyê de ne û amade ne ku her bosteke qada asmanî ya hevpeymanan biparêzin."

Binpêkirina qada asmanî ya Polonyayê

Polonyayê 10ê Îlonê ragihandibû ku di dema êrişên Rûsyayê yên li Ukraynayê de wan hinek dronên ku gelek caran qada wan a asmanî binpê kiriye, xistine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihandibû ku wan êrişên dijwar li armancên leşkerî yên Ukraynayê pêk anîne û di êrişan de ti tesîsên li Polonyayê nehatine armanckirin.

Polonyayê piştre ragihandibû ku wan li ser sînorên xwe yên rojhilat ên bi Belarûs û Ukraynayê re trafîka asmanî sînordar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst