Kurd li Monchengladbachê ‘bi hev re’ beşdarî hilbijartinan dibin

14-09-2025
Zinar Şîno
Namzedên hilbijartinan / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Namzedên hilbijartinan / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Monchengladbach Hilbijartin Kurd
A+ A-

Monchengladbach (Rûdaw) - Monchengladbach bajarekî eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê ye lê li cîhanê bi tîma xwe ya navdar a futbolê tê naskirin.

Li Monchengladbachê bi taybetî xelkê Rojavayê Kurdistanê û hejmareke zêde ya xelkê Şingalê bi cih bûne.

Ji bo hilbijartinên Encûmena Entegrasyonê Kurdên li Monchengladbachê lîsteyek ava kiriye.

Ziyadê xelkê Çiyayê Kurmênc û Ebdulletîfê ciwan ê xelkê Qamişloyê bi daliqandin û belavkirina posterên xwe li Monchengladbachê ji bo lîsteya Kurdan a bi navê "Bi hev re paşerojê ava bikin" kampanyayê dikin.

Ziyad Goroyê namzedê Encûmena Entegrasyonê yê li bajarê Monchengladbachê got:

"Li vir gelek Kurd hene, ji ber vê yekê me xwest em lîsteyeke Kurdan ava bikin.

Nêzîkî 300-400 malbatên Kurd li vî bajarî hene, ji ber vê yekê me biryara avakirinê da.

Me xwest navê me jî di nav lîsteyan de hebe.

Çar namzedên me hene, mixabin her çar jî xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.

Me hêvî dikir ku namzedên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî bi me re bin lê dem kêm bû.

Her wiha, ev tecrubeya me ya yekem bû, ji ber vê yekê em li hev civiyan û me biryar da ku vê carê tenê ev çar nav di lîsteya me de bin."

Ebdulletîf xwendekarê zanîngehê ye û di destpêka temenê xwe de ye.

Ew bi dêya xwe Gulistanê re di lîsteyê de namzed in lê wan bi zanebûn ciwan xistine pêş.

Ebdulletîf Îsayê namzedê Encûmena Entegrasyonê anî ziman:

"Diyasporaya Kurdan hêvîdar e ku dengekî wan li bajarê Monchengladbachê ji bo entegrasyona di nav civaka Alman de hebe.

Em di wê baweriyê de ne û li bendê ne ku projeya me serkeftineke baş bi dest bixe, ji ber ku gelekî girîng e mafê me hebe û em karibin nêrîna xwe li ser pirsgirêka entegrasyonê diyar bikin."

“Gelekî girîng e ku zarok fêrî zimanê xwe bibin”

Nexem helbestvan û çîroknivîs e, keça wênesaz û muzîkjenê navdar ê ji Rojavayê Kurdistanê Ebdulrehman Direî ye.

Rojane karê wê bi biyanî û koçberan re ye, dilê wê ji bo pirsgirêkên ciwan, zarok û jinan lê dide û niha jî namzeda Encûmena Entegrasyonê ye.

Nexem Direiya namzeda Encûmena Entegrasyonê da zanîn:

"Ji bo zarokan gelekî girîng e ku fêrî zimanê xwe bibin ku Kurdî ye.

Her wiha em wan fêrî çand û hunera Kurdî dikin û wan perwerde dikin.

Gelekî girîng e ku em rê nîşanî wan bidin ku di paşerojê de çi bikin û çi karî bikin, çawa ber bi paşerojê ve gavan biavêjin.

Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku em Kurdên li vir xwedî deng û cihekî bin, wekî beşeke ji vê civakê, nêrîn, gotin û cihê me di desthilata vê eyaletê de hebe.

Girîng e jî ku em wekî pirekê bin ji bo girêdana çanda me û ya Almanan û çandên din ên cuda yên li vî welatî."

Tevî hebûna lîsteyê jî Kurd ne rêxistinkirî ne û ji Kurdên li wî bajarî di nav lîsteyên din ên biyaniyan de cih girtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst