Dusseldorf (Rûdaw) - Li Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê (NRW) ya li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê, parlamentereke jin mazûvaniya Kurdên Rojavayê Kurdistanê, Elewî, Durzî û Xiristiyanên Sûriyeyê kir da ku li ser paşeroja welatê xwe ya di qonaxa "piştî Esed" de gotûbêjan bikin.
Parlamentera Partiya Keskan Gonul Eglenceyê, bi hevahengiya Komeleya Nûbiharê ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê, paneleke taybet ji bo nirxandina hêvî, daxwaz û bendewariyên diyasporaya Sûriyeyî ya li Almanyayê saz kir.
Dilgiraniya ji "Navendîtiyê"
Beşek ji beşdaran dilgiraniyên xwe yên li ser şêwaza birêvebiriya desthilatdarên nû yên Sûriyeyê anîn zimên.
Çalakvanê naskirî yê Durziyan Samir Fehed ê ku li Almanyayê dijî, matmayîna xwe ya li hemberî siyaseta nû ya Şamê nîşan da.
Samir Fehed ji Rûdawê re got, "Berê cureyekî birêvebirin û îdareya me ya serbixwe hebû lê niha desthilatdarên nû daxwaza navendîtiyê dikin."
"Parastina kêmîneyan armanca hevpar e"
Parlamentera Partiya Keskan Gonul Eglenceyê jî diyar kir ku armanca wê ya beşdarbûna civînê guhdarîkirina nûnerên civaka sivîl ên ji pêkhateyên cûda yên Sûriyeyê ye.
Parlamentera Partiya Keskan got:
"Li gorî min, gelekî girîng e ku em li sirgûnê komên cuda yên neteweyî bînin cem hev û piştgiriya wan bikin, çimkî berjewendiyeke wan a hevpar heye, ew jî parastina kêmîneyan e.
Ez dixwazim wê berjewendiyê biparêzim, ne girîng e li Almanyayê bin an li Sûriyeyê.
Em bi berdewamî dixwazin di asta cîhanî de bifikirin û di asta xwecihî de kar bikin."
Kurd: Divê alîkarî bi merc bin
Piraniya amadebûyên panelê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûn.
Çalakvana Kurd a Rojavayê Kurdistanê Medya Dihêrê di panelê de xwest ku hikûmeta Almanyayê bi baldarî nêzîkî rewşê bibe.
Medya Dihêrê ragihand, divê Almanya "bi merc" alîkariya hikûmeta nû ya Sûriyeyê bike û dosyeya mafên mirovan û pêkhateyan li ber çavan bigire.
Bêhêvîtiya ji desthilata nû
Hêviyên Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê yên li hemberî desthilatdarên nû yên wî welatî kêm dibin, loma ew dixwazin li derveyî welêt û bi rêya navendên siyasî yên Ewropayê dengê xwe ji bo parastina mafên hevneteweyên xwe bilind bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse