Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên Bondi Beachê ya bajarê Sydneyê yê Awistralyayê di encama êrişeke bi çekan de herî kêm 10 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya saziya weşana giştî ya Awistralyayê (ABC), polîsan piştrast kiriye ku di bûyerê de 10 kes mirine.
Hat diyarkirin ku yek ji kuştiyan êrişkar e û 9 kesên din jî xelkê sivîl in.
Her wiha di êrişê de 12 kes birîndar bûne ku di nav wan de polîsên ku midaxeleyî bûyerê dikirin jî hene.
2 gumanbar hatin girtin
Rayedaran ragihand ku metirsiya gulebaranê nemaye û 2 gumanbar hatine desteserkirin.
Polîsê eyaleta New South Walesê li ser platforma Xê daxuyand:
"Li Bondi Beachê 2 kes di destê polîsan de ne lê operasyona polîsan berdewam dike û em dixwazin xelk ji herêmê dûr bikeve."
Metirsiya bombeyê
Li aliyê din rayedaran da zanîn ku li herêmê hîn metirsiya bombeyê heye û tîmên pispor hewl didin teqemeniyeke destçêkirî (IED) bêbandor bikin.
Hat ragihandin ku êriş li bakurê peravê li nêzîkî Parka Bondiyê di roja yekem a Cejna Hanukkahê (Cejna Cihûyan) de pêk hatiye.
Dihat plankirin ku li wê derê çalakiya "Hanukkah li ber Deryayê" were lidarxistin.
Tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê ne
Serwîsa Ambulansê ya New South Walesê 16 kes veguhastin nexweşxaneyên cuda lê derbarê rewşa wan a tenduristiyê agahî nehat dayîn.
Zêdetirî 25 tîmên hawarçûnê, tîmên bijîşkî, helîkopter û yekîneyên taybet sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
“Şokker û dilêş in”
Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese li ser bûyerê daxuyaniyek da û got:
"Dîmenên li Bondiyê şokker û dilêş in. Em bi polîsan re dixebitin û dema agahiyên piştrastkirî bên em dê parve bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse