Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê tawanên şer ên li Helebê ji Rûdawê re ragihand ku divê derbarê tundiya li dijî sivîl û binesaziya wî bajarî de lêkolîn were kirin û berpirs bên cezakirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, Almanyayê bi awayekî “rasterast” pêwendî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê re daniye û ji her du aliyan xwestiye ku vegerin ser maseya dan û standinan.
Berdevkeke Wezareta Karên Derve, doh di e-mailekê de bersiv da pirsên Rûdawê yên li ser êriş û tawanên Artêşa Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên Helebê.
Li gorî berdevkê, hikûmeta Almanyayê bi “dilgiranî” bûyerên Helebê dişopîne û agirbesta ku 11ê mehê hatiye ragihandin erênî dibîne.
Sedema rawestana dan û standinan
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê derbarê destpêkirina êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên 6ê mehê diyar kir ku sedema vê yekê vedigere rawestandina gotûbêjên li ser entegrasyona sivîl û leşkerî ya herêmên di bin kontrola HSDyê de û got:
“Ev pevçûn di çarçoveya berfireh a wan dan û standinan de ne ku nêzîkî salekê ye berdewam dikin û di van demên dawî de hatine rawestandin, anku dan û standinên li ser entegrasyona sivîl û leşkerî ya herêmên di bin kontrola HSDyê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nav Sûriyeya nû de.”
Rûdaw: Di vîdeoyekê de ku ji aliyê çekdarên ser bi Artêşa Sûriyeyê ve hatibû belavkirin, ew çekdar tên dîtin ku termê şervaneke Kurd, piştî ku ew şehîd kirine, ji avahiyekê diavêjin xwarê. Di vîdeoyeke din de, leşkerên artêşê bi dehan jin, mêr û zarokên Kurd ji hev veqetandine, dorpêç kirine û bi peyvên wekî "beraz" û "berazên Qendîlê" heqaretê li wan dikin. Hikûmeta Almanyayê derbarê van hovîtî û sûcên şer ên ku ji aliyê Artêşa Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve li dijî gelê Kurd û şervanên HSDyê hatine kirin de çi dibêje?
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê: Hikûmeta Federal raporên derbarê pevçûnên tundûtûjî yên li bajarê Helebê di rojên borî de bi dilgiraniyeke zêde dişopandin.
Ev pevçûn di çarçoveya berfireh a wan dan û standinan de ne ku nêzîkî salekê ye berdewam dikin û di van demên dawî de hatine rawestandin; bi taybetî dan û standinên li ser entegrasyona sivîl û leşkerî ya herêmên di bin kontrola HSDyê de li bakurrojhilatê Sûriyeyê.
Hikûmeta Federal pêşwaziyê li lihevkirina agirbestê dike ku dawiya hefteya borî pêk hat û bang li hemû aliyan dike ku di dema herî zû de vegerin ser maseya dan û standinan.
Divê derbarê tundiya li dijî sivîlan û binesaziya sivîl a Helebê de lêkolîn were kirin û berpirs bên cezakirin.
Ji bo vê yekê, Hikûmeta Federal di rojên borî de hem bi awayekî eşkere û hem jî bi rêya têkiliyên rasterast daxwaz ji her du aliyên şer kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse