Parlamentera Partiya Çep bêdengiya Almanyayê ya li hemberî êrişên Şamê rexne kir

Duh li 07:22
RÛDAW
Nîşan Cansu Ozdemîr Partiya Çep Almanya Şêx Meqsûd Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Polîtîkayên Derve ya Koma Partiya Çep ya Parlamentoya Almanyayê Cansu Ozdemîrê bêdengiya Almanyayê ya li hemberî êrişên artêşa Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên li Helebê rexne kir.

Ji doh ve taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê di bin êriş û topbaranên giran ên çekdarên Şamê de ne.

Berdevka Polîtîkayên Derve ya Koma Partiya Çep (Die Linke) ya Parlamentoya Almanyayê Cansu Ozdemirê, êrişên Artêşa Sûriyeyê yên li taxên Kurdan ên Helebê bi tundî şermezar kirin.

Cansu Ozdemîrê hikûmeta Almanyayê rexne kir ku ji bo dersînorkirina penaberan hewl dide têkiliyan bi "Îslamîstan" re asayî bike.

Parlamentera Partiya Çep Cansu Ozdemîr îro daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser rewşa dawî ya li Helebê.

Cansu Ozdemîrê diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê taxên Kurdan ên li Helebê wekî "herêma qedexekirî" ragihandiye û bajêr topbaran dike.

Ozdemîrê got, "Ev îşareteke metirsîdar e û careke din zordariya rejîma Îslamîst a HTŞyê û hovîtiya Ehmed Şer û zilamên wî ya li hemberî gel nîşan dide."

Rexne li hikûmeta Almanyayê kir

Cansu Ozdemîrê bêdengiya hikûmeta Almanyayê ya li hemberî van bûyeran rexne kir û got:

"Bêdengiya hikûmeta federal nayê tehemûlkirin. Heta difikirin ku têkiliyan bi Îslamîstan re asayî bikin, tenê ji bo ku dersînorkirina penaberan pêk were. Sûriyeyê pêkan be. Ev helwesteke tinazok e."

Gefa li ser Rêveberiya Xweser

Cansu Ozdemîrê destnîşan kir ku siyaseta navendî ya Şamê gefê li hemû pêkhateyan dixwe û wiha axivî:

"Ev siyaset Rêveberiya Xweser a demokratîk a Bakurrojhilatê Sûriyeyê jî dixe xetereyê.”

Bi gotina Cansu Ozdemîrê Rêveberiya Xweser nûnertiya mafên mirovan, wekhevî û pêkvejiyana aştiyane dike.

Ozdemîrê bangî hikûmeta Almanyayê kir ku berpirsiyariyê bigire ser xwe, wekî aktorekî aştiyê tevbigere û piştgiriyê bide pêvajoyeke siyasî ya ku girîngiyê dide nenavendîbûn û aştiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst