Moskow (Rûdaw) - Li Moskowa paytexta Rusyayê ji bo ku xelk alîkariyên mirovî bişînin Sûriye û Tirkiyê, berê xwe dane balyozxaneyên Sûriyê û Tirkiyê yên li Moskowê.
Li ber balyozxaneya Sûrî ya li Moskow ji ber alîkariyan qerebalixa otomobîlan çêbûye. Vîtaliy ji bajarê Tverê 200 km rê qut kiriye, da ku 5 ton alîkariya mirovî ku ji bo lêqewimiyên erdhejê yên li Sûrî hatiye komkirin, bigihîne Moskowê.
Welatiyê Rûsyayê ji bajarê Tverê Vîtaliy Karakuşkîn got “Me li bajarê Tvrê ji bo xwişk û birayên me yên li Sûrî tiştên germ, derman, kincên ji bo zar û mezinan, kon û betanî kom kirine. Hemû tişt, me di qûtiyan de bi cih kirine û ji bo şandinê amade kirine. Niha emê barê xwe radestî balyozxanê bikin. ”
Şêniyên Moskow ew çend roj in ku bi awayekî çalak beşdarî komkirina alîkariya mirovî kirine. Welatî, li gor derfetên xwe pêdawistiyên herî giring tînin vê derê.
Şêniya bajarê Moskowê Krîstîna dibêje “Em ji bo gelên Sûrî û Tirkiyê gelek bi ber xwe dikevin. Li cîhanê em hemû xwişk û birane. Me gelk tişt kirîne anîne: potikên zarokan, kincên jin û mêran, tiştên ku herî zêde pêwîstin. Me her tişt di qûtiyan de anîne.”
Tevî ku roja betlane nîne jî, şêniyên Mokskow ji sibê zû ve êdî li ber deriyên balyozxane Tirkiyê ne jî.
Welatiyên Rûsyayê piştî erdhejê ji roja pêşîn dest bi komkirina alîkariya mirovî kirine. Lê bi ragihandina daxwaza alîkariyê ji aliya her du balyozxaneyan ve, şêniyên Moskowê hîn çalaktir beşdarî kompanyaya alîkariyê bûne.
Zwendakara Zankoya Moskowê Polîna diyar kir “Me bîryar da ku em jî dikarin alîkarî bidin wan mirovan. Me tiştên germ anîne; lihêf, Betanî, balgî, trmos tiştên wisa.”
Pizîşk Aleksey ragihand “Jina min kincên germ kom kirine. Ew gelek bi ber dikeve. Em gelek cara çûne Tirkiyeyê ji bo tatîlê. Lewma jî gelê Tirkiyê ji bo me nêze. Em serxweşiyê didin gelê Tirkiyeyê û çendî ji me tê, emê dê piştgiriyê bidinê.”
Balyozxaneyên Sûriyê û Tirkiyeyê yên li Moskowê piştî çend rojan ji erdheja rûxîner ya li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, û Tirkiye û Sûrî banga komkirina alîkariyên mirovî kiribûn. Di bangawaziyê de herî zêde kon, derman, kinc û alavên hîjyenî yên ji bo zarokan, alavên germkirinê, termos û kincên germ têne xwastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse