Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul di daxuyaniyeke xwe ya li ser Sûriyeyê de ragihand, "Peymana bi HSDyê re ji bo Sûriyeyeke yekgirtî gaveke girîng e."
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re civiya.
Wezîrê Alman li ser hesabê xwe yê Xê derbarê civînê daxuyaniyek belav kir.
Wadephul di parvekirina xwe de diyar kir ku ew ji bo hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re kêfxweş e.
Wî destnîşan kir ku peymana dawî ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re ji bo yekîtiya welêt gaveke girîng e.
"Peyman gaveke girîng e"
Wezîrê Alman amaje bi peymana bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re kir û ev tişt gotin:
"Peymana dawî ya bi HSDyê re, ji bo Sûriyeyeke yekgirtî ku hemû komên olî û etnîk dihewîne û diparêze, gaveke girîng e.
Em amade ne piştgiriyê bidin pêvajoya veguhastina siyasî ya li Sûriyeyê."
I am pleased to meet my Syrian counterpart @AsaadHShaibani at #MSC2026. The recent agreement with the SDF is an important step towards a united #Syria, which has to include & protect all religious & ethnic groups. We stand ready to support the political transition in Syria. pic.twitter.com/Ro7dEE3LXw
— Johann Wadephul (@AussenMinDE) February 14, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse