Kanadayê lîsteya cezayên li ser Îranê berfireh kir: ‘Kiryarên Îranê nayên qebûlkirin’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kanada Îran Ceza Mixalefet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ragihand ku wan li hemberî 7 kesên ku bi birêvebiriya Îranê re pêwendîdar in biryara cezayên nû daye.

Ev biryar di çarçoveya rêziknameyên taybet ên Kanadayê yên ji bo Îranê de hat wergirtin.

Wezareta Karên Derve ya Kanadayê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku birêvebiriya Îranê ne tenê li nav welatê xwe, li derve jî serî li rêbazên zext û tundiyê dide.

Kanadayê destnîşan kir ku ev çalakiyên Tehranê yên li dijî mixalifên wê û çalakvanan "nayên qebûlkirin".

7 kesên din li lîsteyê hatin zêdekirin

Di çarçoveya biryara nû de navên 7 kesan li lîsteya cezayan hatin zêdekirin.

Hat eşkerekirin ku ev kes bi çalakiyên Îranê yên li derveyî sînor û metirsiya li ser ewlehiya navneteweyî re pêwendîdar in.

Bi van cezayan re, her cure pêwendiyên darayî û dan û standinên bazirganî yên bi van kesan re li Kanadayê tên qedexekirin.

Her wiha mal û milkên wan ên li Kanadayê tên cemidandin û mafê wan ê ketina nav axa Kanadayê namîne.

Kanadayê berê jî gelek caran ji ber binpêkirinên mafên mirovan, xwenîşandanên "Jin Jiyan Azadî" û piştgiriya terorê ceza li berpirsên Îranê birîbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst