Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînê ragihand ku pêwendiyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û rola çalak a Almanyayê ya li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî "spasiya piştgirî û alîkariyên Almanyayê yên di warên cuda de yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir."
'Kurdistan faktora aramiyê ye'
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê "pesnê pêgeha Herêma Kurdistanê da ku wekî faktora aramiyê ya li herêmê ye."
Wadephul her wiha pêbendiya welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgiriya aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û encamên wan mijareke din a civînê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse