Putin naçe Stenbolê

15-05-2025
Nîşan Putin Volodymyr Zelenskyy Stenbol Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê beşdarî gotûbêjên bi Ukraynayê re yên li Stenbolê nebe.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, navên wan kesan pejirand ku dê îro di gotûbêjên bi Ukraynayê re yên li Stenbolê de nûnertiya Rûsyayê bikin.

Li gorî daxuyaniya ji Kremlînê, Putin li ser gotûbêjên Rûsya û Ukraynayê yên li Stenbolê fermanek îmze kir.

Li gorî fermanê, dê Şêwirmendê Putin Vladimir Medinskiy serokatiya şandeya Rûsyayê bike.

Di şandeyê de Alîkarê Wezîrê Karên Derve Mihail Galuzin, Serokê Rêveberiya Giştî ya Serfermandariya Giştî Îgor Kostyukov û Alîkarê Wezîrê Parastinê Aleksandr Fomin dê cih bigirin.

Di lîsteya pisporan a şandeyê de jî Alîkarê Serokê Beşa Agahdariyê ya Serfermandariya Giştî ya Rûsyayê Aleksandr Zorin û Alîkarê Serokê Beşa Siyaseta Dewletî ya Mirovatiyê ya Serokatiyê Yevgeniya Podobreyevskaya hene.

Her wiha Midûrê Beşa Duyemîn a Komara Dewletên Serbixwe ya Wezareta Karên Derve Aleksandr Polişçyuk û Alîkarê Serokê Birêvebiriya Giştî ya Hevkariya Leşkerî ya Navneteweyî ya Wezareta Parastinê Vladimir Şevtsov jî di nav lîsteya pisporan a şandeya Rûsan de ne.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihandibû ku ew ji bo bidawîkirina şer li benda agirbesteke tam û mayînde ne û gotibû, "Ez dê roja pêncşemê li Tirkiyeyê li benda Putin bim."

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî ragihandibû ku Heyeta Rûsyayê dê pêncşemê li Stenbolê li hêviya heyeta Ukraynayê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst