Putin agirbest îlan kir

28-04-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Putin Şer Ukrayna Agirbest
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku Rûsya dê di navbera 8 û 10ê Gulanê de operasyonan rawestîne.

Putin diyar kir ku artêşa Rûsyayê dê bi dema Moskowê ji saet 00:00ê 8ê Gulanê heta 10ê Gulanê saet 00:00ê operasyonên leşkerî rawestîne.

Agirbest ji bo rêzgirtina salvegera 80yemîn a Serkeftinê (serkeftina di şerê li dijî Almanyaya Naziyan) hat ragihandin.

Putin careke din amadebûna xwe ji bo dan û standinên aştiyê ragihand û got:

"Rûsya bawer dike ku divê aliyê Ukraynayê vê mînakê bişopîne.

Eger agirbest bê binpêkirin, artêşa Rûsyayê dê bersiveke guncaw û bibandor bide."

Her sal di 9ê Gulanê de ku ji aliyê Rûsan ve wekî Roja Serkeftinê di Şerê Cîhanê yê Duyem de tê naskirin, betlane ye û artêşa Rûsyayê nîşandaneke leşkerî ya berfireh li Meydana Sor a li navenda bajarê Moskowê pêk tîne.

Derbarê agirbesta sê rojî de, Serokatiya Rûsyayê ragihand: "Bi liberçavgirtina rewşa mirovî, agirbesteke sê rojî di 80yemîn salvegera Roja Serkeftinê de radigihînin."

Her wiha Kremlîn di berdewamiya daxuyaniyê de got: "Pêwîst e Ukraynî jî pabendî agirbestê bin û di rewşa her binpêkirineke ji aliyê Ukraynayê ve, artêşa Rûsyayê bersiveke guncaw û bibandor dê bide wan."

Ev biryara Rûsyayê piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Putin xwest ku dawî li êrişan bîne û bi Ukraynayê re rêkbikeve ji bo bidawîanîna şerê sê salî yê Ukraynayê.

Trump rawestandina şer kiriye yek ji armancên xwe.

Putin ji ber Cejna Vejînê (Paskaslya) 19ê Nîsanê saet ji 18:00an heta 21ê Nîsanê saet 00:00an agirbesteke demkî ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst