Gunther Krichbaum: Federaliya li Sûriyeyê ne cudahîxwazî ye

15-07-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Karûbarên Ewropayê Gunther Krichbaum / Wêne û dîmen: Rûdaw
Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Karûbarên Ewropayê Gunther Krichbaum / Wêne û dîmen: Rûdaw
Nîşan Gunther Krichbaum Sîstema Federal Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Kar û Barên Ewropayê Gunther Krichbaum got, “Sîstema birêvebirina navxwe mafê her welatî ye û federaliya li Sûriyeyê ne cudahîxwazî ye.”

Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Kar û Barên Ewropayê Gunther Krichbaum derbarê sîstema rêveberiyê ya li Sûriyeyê ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

Gunther Krichbaum derbarê federaliya li Sûriyeyê got divê gelekî bi hestiyarî li ser vê mijarê rawestin ku wekî cudahîxwaziyê neyê fêmkirin.

Wi her wiha da xuyakirin ku diyarkirina sîstema birêvebirina navxwe mafê her welatî ye.

Krichbaum li ser pirsa Ala Şaliyê ya “Derbarê wê gotina dibêje ku federalîzm ji bo Sûriyeyê sîstemeke ne guncav e, nêrîna we çi ye? Her wiha hûn dixwazin çawa alîkariya Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê bikin?” wiha got:

“Her dewleteke serwer divê pirsa rêxistina xwe bi xwe çareser bike.

Derbarê peyva federalîzmê pêwîst e mirov hişyar be ku ew ne wekî cudahîxwaziyê were fêmkirin.

Yekkirina komên cuda, civak û eşîrên cuda di dewleteke wekî Sûriyeyê de astengeke mezin e.

Ev yek dê paşerojê bibe erkeke mezin, ji ber ku tenê wê demê dê ji bo wê dewletê aramiya pêwîst peyda bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst