Nebez Ehmed: Pirsgirêka koçberan ji mijareke mirovî veguheriye amûreke siyasî

15-11-2025
Hêmin Ebdulah û Nebez Ehmed\ Wêne: Rûdaw
Hêmin Ebdulah û Nebez Ehmed\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Hêmin Ebdullah Hikûmeta Brîtanyayê Pirsgirêkên Penaberan
A+ A-

Dusseldorf - (Rûdaw) – Lêkolînerê Kurd Nebez Ehmed diyar kir ku rewşa koçberan ji mijareke mirovî veguheriye amûreke siyasî

Lêkoler û xwendekarê doktorayê yê Zanîngeha Glasgowê Nebez Ehmed li ser siyasîbûna pirsgirêka koçberan bi taybetî rewşa koçberên Brîtanyayê ji pêşkêşkarê bernameya Diyasporayê Hêmin Ebdullah re axivî.

Pirsgirêka koçberan bûye amûreke siyasî

Nebez Ehmed destnîşan kir ku pirsgirêka koçberan ji çarçoveya xwe ya mirovî û civakî derketiye û bûye amûreke siyasî.

Lêkolerê Kurd Ehmed zimên ku her çend koçberî di dîrokê de beşek ji xwezaya mirovan be û li gorî lêkolînên zanistî sûda wê ji ziyana wê zêdetir be jî, ew niha di navbera partiyan de bûye mijara nakokiyên siyasî.

Çavkaniya pirsgirêkê: Têkçûna hikûmetê û populîzm

Ehmed çavkaniya siyasîkirina vê pirsgirêka bi serdema Trump a li Amerîkayê û pêvajoya Brexitê ya li Brîtanyayê ve girê da.

Li gorî gotina Nebez Ehmed hikûmetên Brîtanyayê di çareserkirina qeyranên aborî yên wekî xanûber û bêkariyê de têk çûn.

Nebez Ehmed diyar kir ku hikûmetên Brîtanyayê bawer dikir bi Brexitê dê van pirsgirêkan çareser bikin lê dema nekarîn hejmara penaberan kontrol bikin, hêzên populîst ev babet ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn.

Partiya Reformê ya bi serokatiya Nigel Farage ku zêdetirî 30 sal in li ser vê mijarê kar dike, bi awayekî baş ev valahî bi kar anî û niha ev pirs bûye rojeva sereke ya siyaseta Brîtanyayê.

Rola medyayê û rexneya li medyaya Kurdî

Lêkoler Nebez Ehmed amaje bi rola medyaya Brîtanyayê ya di teşedana raya giştî de kir û got ku heta BBC jî carinan di bin zextê de raporan belav dike.

Ehmed rexne li medyaya Kurdî girt û got ku nekariye bi awayekî baş gotûbêjê li ser pirsgirêkên sereke yên jiyana penaberan li Ewropayê bike.

"Divê karên neyasayî bên nîqaşkirin"

Lêkoler Ehmed sedema anîna navê Kurdan di raporan de bi amarên fermî yên polîsê Brîtanyayê ve girê da.

Li gorî raporên Dezgeha Têkoşîna li dijî Tawanan a Brîtanî Kurd di qaçaxçîtiya mirovan de roleke sereke dilîzin û di piraniya komên mezin ên ku li Ewropayê tên girtin de destê wan heye.

Nebez Ehmed di berdewamiya axaftina xwe jî de got, “Gelek dikanên biçûk û berberxane li Brîtanyayê ji aliyê Kurdan ve hatine kontrolkirin û karên neyasayî di wan de tên kirin.

Dema behsa karê neyasayî ji aliyê penaberan ve tê kirin, rasterast navê Kurdan tê pêş.

Pêwîst e ev diyarde di medyaya Kurdî de bi awayekî cidî bê nîqaşkirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst