Dadgeha Bilind a Ewropayê ceza da Hikûmeta Îrlandayê

09-08-2025
Hêmin Ebdullah
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dadgeha Bilind a Ewropayê Îrlanda Pirsgirêkên Penaberan
A+ A-

Dusseldorf Dadgeha Bilind a Dadê ya Ewropayê di berjewendiya du koçberên niştecihê Îrlandayê de li dijî hikûmeta wî welatî biryar da.

Her du koçberan tevî ku daxwaza mafê penaberiyê kiribûn û li gorî yasayên Yekîtiya Ewropayê divabû Hikûmeta Îrlandayê cihê hewandina wan peyda bike lê li ser kolanan mabûn û kûponeke 25 euroyî dabûn wan.

Hikûmeta Îrlandayê diyar kir ku ew kes danîne ser kolanan çimkî cihê stargeha wan nemaye û koçberên Ukraynayî hemû cih girtine.

Dadgeha Ewropayê eşkere kir ku bi tu hincetê mafê ti hikûmeta Ewropayê nîne ku ewlehiya laşî û derûnî ya kesekî ku daxwaza mafê penaberiyê kiriye bixe metirsiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst