Kanada: Welatiyekî me di xwenîşandanên Îranê de hat kuştin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kanada Xwenîşandanên Îranê Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Derve ya Kanadayê ragihand ku welatiyekî wan di xwenîşandanên dawî yên Îranê de hatiye kuştin.

Kanadayê her wiha daxwaz ji hikûmeta Îranê kir ku dawî li "tundiya" li hemberî xwenîşanderan bîne.

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Anita Anandê, li ser hesabê xwe yê Xê, bêyî ku hûrgiliyan bide ragihand ku welatiyekî Kanadayî di xwenîşandanên Îranê de hatiye kuştin.

Anita Anandê got,"Ez nû hatim agahdarkirin ku welatiyekî Kanadayî li Îranê bi destê desthilatdarên Îranê canê xwe ji dest daye.

Berpirsên konsulxaneya me bi malbata qurbaniyê re di pêwendiyê de ne û di vê demê de sersaxiyên xwe yên kûr ji wan re tînim zimên. "

Li gorî gotina Wezîra Karên Derve ya Kanadayê, "Nerazîbûnên aştiyane yên gelê Îranê ku daxwaz dikin li hemberî çewisandin û binpêkirinên berdewam ên mafên mirovan ji aliyê hikûmeta Îranê ve dengê wan were bihîstin, wisa kiriye ku ew hikûmet bi awayekî eşkere jiyana mirovan paşguh bike."

Wezîra Karên Derve tundiya hikûmeta Îranê ya li hemberî xwenîşanderên şermezar kir û got:

"Divê ev tundî bi dawî bibe. Kanada tundiyê şermezar dike û daxwaza bidawîbûna demildest a tundiya rejîma Îranê dike."

Ev di demekê de ye ku îro 20 roj bi ser destpêkirina nerazîbûnên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbas dibin.

Nerazîbûn û xwenîşandan 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Bazara Mezin a Tehranê dest pê kir û pişt re bi lez li hemû parêzgehan belav bû.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), ji destpêka xwenîşandanan ve heta îro kuştina 2 hezar û 677 kesan hatiye piştrastkirin û derbarê kuştina hezar û 693 kesên din de jî lêkolîn tê kirin.

Ajans her wiha dibêje, heta niha 19 hezar û 97 kes bi tohmeta beşdariya di xwenîşandanan de, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Li aliyê din, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ragihand ku di nava 3 rojan de hêzên ewlehiyê yên Îranê bi doçka û BKCyan êrişî xwenîşanderan kiriye û "komkujî" kiriye

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst