Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê bi nîşandana hêzê, balafira şer a B2yê û çendekên din hevtayê xwe yê Rûs pêşwazî kir.
Dema ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Vladimir Putinê Serokê Rûsyayê li ser xalîçeya sor a li Baregeha Asmanî ya Elmendorf-Richardsonê ya li Alaskayê ber bi cihê girtina wêneyan ve diçûn, dengê bilind ê balafirên şer wiha kir ku Putin li cihê xwe raweste, li asman binêre û li derbasbûna balafiran temaşe bike.
Trump jî pê re rawestiya, li balafiran temaşe kir û piştre li çepikan da.
Balafireke bombeavêj a B2 Spirita ku li gel çar balafirên şer ên F-22yan bi nizmî di ser Putin û Trump re firiyan.
Nîşandana balafirên şer ne beşek ji protokola Amerîkayê ya ji bo pêşwaziya serokên welatan e.
Firandina wan balafiran a li ser serê Serokê Rûsyayê ku hevrikê dîrokî yê Amerîka û Rojava ye, xwedî wate û sembol e.
Her du balafir jî wekî balafirên herî bihêz ên şer ên Amerîkayê tên dîtin.
Tenê di destê Amerîkayê de hene
Amerîkayê ev her du cure balafir nefirotine welatên din.
Balafira B2 Spirit meha Hezîranê dema ku di êrişa li baregehên atomî yên Îranê de hat bikaranîn dengekî mezin veda.
Mesrefa çêkirina yekê du milyar dolar e û tenê 21 heb jê hatine çêkirin.
Her wiha balafira F22 Raptor wekî balafira herî bipêşketî ya şer a Amerîkayê tê dîtin.
Amerîka dibêje, bi rêya vê balafirê, li hemberî her welatî, di şerê asmanî de dê destê wê yê bihêz hebe.
Ev balafir jî ji cureya nedîtbar e ango radar nikarin wê bibînin.
Çêkirina yekê 150 milyon dolar mesref e, ji ber bihabûna wê, Amerîkayê ji sala 2012an ve çêkirina wê rawestandiye.
Trump û Putin dema ku dest da hev, destên xwe li enîşkên hev da.
Trump her wiha wekî adeta xwe, di dema destgirtinê de hewl da ku destê Putin ber bi xwe ve bikişîne lê Putin jî bi hêz destê wî girt.
Li seranserî meşa xwe ya li ser xalîçeya sor, Trump çend caran destê xwe li pişta Putin da.
#VÎDEO - Dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêşwazî kir balafira şer a B2 û çendekên din di ser wan re derbas bûn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 16, 2025
Putin bi awayekî matmayî li balafirên şer temaşe kir#USA #Russia #Trump #Putin #PursuingPeace #Alaska pic.twitter.com/MuCDbdHLJM
Mijara sereke Ukrayna ye
Mijara sereke ya lûtkeyê şerê Rûsya û Ukraynayê ye ku Trump dixwaze Putin razî bike ku rawestîne.
Trump berî lûtkeyê got, eger Putin di demeke nêzîk de bi agirbestekê razî nebe, “Ez dê kêfxweş nebim.”
Trump di balafira serokatiyê de ji rojnamegeran re gotibû, “Ez dixwazim bilez agirbestekê bibînim. Ez nizanim ka dê îro bibe yan na lê eger îro nebe ez dê kêfxweş nebim.”
Trump her wiha dabû zanîn, eger civîn baş bi rê ve neçe, ew dê civînê biterikîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse