Di topbarankirina artêşa Sûriyê de 3 kes hatin kuştin

22-06-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Heleb Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di topbarankirina artêşa Sûriyê de  3 welatî, di nav de zarokek, li gunbdewarê Helebê hatin kuştin.

Li gor zanyariyên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê belav kirine, Artêşa Sûriyeyê û komên Îran piştgirên wan e li gundê Keferhelebê bi cî bûne top û gule avêtin ser ccih û warên li rojavayê Helebê.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku, roja Çarşemê 21ê Hezîranê artêşa Sûriyê bajarokê Kefer Nûran ê ser bi gundewarê rojavayê Helebê, topbaran kir û di encamê de 3 welatî li navenda wî bajarokî, zarokek û bavê wî û welatiyekî din, hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Di heman demê de bajarokên Kityan, Etarib, Kefer Emmê û Qesir li gundewarê Helebê û bajarokên Filêfil, El-Bare û Kenfesre li Cebel El-Zawiye hatin topbarankirin.

Roja Sêşemê 20ê Hezîranê jî, di êrîşa droneke Tirkiyê de jî, li ser rêya navbera bajarê Qamişlo û bajarokê Tirbe Spiyê de, otomobîlek hate bombebarankirin, tê de 2 serkirdeyên Rêveberiya Xweser û şofêrê wan canên xwe jidest dan û serkirdeyekî din jî birîndar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst