Almanya: Kesên ku leşkeriya mecbûrî red dikin zêde bûne

16-10-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Almanya Leşkeriya Mecbûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku îsal hejmara kesên ku leşkeriya neçar red dikin zêde bûye.

Li gorî wezaretê, heta 31ê Tebaxa îsal 3 hezar û 257 daxwazên "redkirina erka şerkirinê" gihiştine destê Artêşa Almanyayê.

Wezaretê tekezî li ser wê yekê kir ku piraniya wan “ew kesên ku xizmeta leşkerî nekirine û leşkerên yedek bûne.”

Berdevkekî Artêşa Almanyayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re derbarê leşkeriya neçar a wî welatî de axivî û ragihand ku îsal hejmareke zêde ya Almanan mafê xwe yê destûrî yê redkirina erka leşkeriyê bi kar tînin.

Berdevk tekezî li ser wê yekê kir ku hejmara wan Almanên ku naxwazin beşdarî şerê çekdarî bibin zêde bûye û her wiha ragihand ku ji wan kesên ku daxwaza redkirina leşkeriya neçar kirine, “2 hezar û 266 daxwaz ji aliyê kesên ku qet xizmeta leşkerî nekirine û 856 daxwaz jî ji aliyê leşkerên yedek ve hatine kirin.”

Li gorî wî berdevkî, amarên salên borî guherî ne. Li gorî amarên Artêşa Almanyayê, hejmara heşt mehên îsal ji hejmara giştî ya daxwazên sala 2024an zêdetir e.

Wî amaje bi destpêkirina şerê Ukraynayê yê sala 2022yan kir û got ku gelek kesan daxwaza redkirina erka leşkeriyê li cem wan kir, lê piştî demeke hejmara wan di Adara 2022yan de dîsa kêm bû.

Ew berdevk amaje bi mafê redkirina erka leşkeriyê dike ku di destûra wî welatî de parastî ye û dibêje:

“Her kesê li Almanyayê ku ji ber sedemên wîjdanî naxwaze yan nikare di şer de bi çek xizmetê bike, dikare daxwaza redkirina xizmeta leşkeriyê bike.”

Derbarê sedemên redkirina leşkeriya neçar de, berdevkê Artêşa Almanyayê ragihand ku sedemên “cuda û gelekî taybet hene” û got:

“Ev nîşana wê yekê ye ku welatî careke din zêdetir bi pirsa parastina welat û berevaniya hevpeymaniyê ve mijûl dibin. Ew biryareke zelal didin û li ser vê pirsê helwesta xwe diyar dikin.”

Ev yek di demekê de ye ku Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, Hezîrana 2025an ragihandibû ku pêwîst e şiyanên leşkerî zêde bike û pêdiviya wan bi 60 hezar leşkeran heye.

Li gorî amarên wezaretê, heta dawiya sala 2024an nêzîkî 181 hezar û 150 leşkerên jin û mêr hebûn.

Pirs û bersivên Rûdawê yên bi berdevkê Artêşa Almanyayê re.

Rûdaw: Îsal çend kesan daxwaza redkirina erka leşkeriya neçar kiriye?

Artêşa Almanyayê: Her kesê li Almanyayê ku ji ber sedemên wîjdanî naxwaze yan nikare di şer de bi çek xizmetê bike, dikare daxwaznameya redkirina xizmeta leşkeriyê pêşkêş bike. Di xala 4, benda 3yemîn a Destûra Almanyayê de hatiye gotin, “Ti kes nikare li dijî wîjdana xwe ji bo xizmeta leşkerî ya bi çek neçar bimîne.” Bi vî awayî mafê redkirina xizmeta leşkerî hatiye garantîkirin. Leşkerên çalak, leşkerên yedek û her wiha yên ku xizmet nekirine û li gorî yasaya berevaniyê ji bo erka leşkeriyê tên bangkirin, dikarin daxwaznameya redkirina xizmeta leşkeriyê pêşkêş bikin.

Formên KDV (redkirina xizmeta leşkerî) li ser bingeha Yasaya Redkirina Xizmeta Leşkerî ya bi Çek ji ber Sedemên Wîjdanî (KDVG) û Yasaya Leşkeran (SG) hatine rêkxistin.

Divê forma redkirinê ji aliyê daxwazkaran ve bi nivîskî ji Navenda Bipêşxistina Bundeswehrê (Artêşa Federal) re ku berpirsiyar e bê şandin. Ew navend wergirtina daxwaznameyê piştrast dike û wê digihîne Nivîsgeha Federal a ji bo Malbat û Karûbarên Civaka Sivîl (BAFzA), ku saziyeke federal a ser bi Wezareta Federal a ji bo Malbat, Kalûpîr, Jin û Ciwanan e û berpirsiyar e ji bo biryardana li ser daxwaznameyê.

Heta dawiya Tebaxa 2025an 3 hezar û 257 daxwazên redkirina xizmeta leşkerî (daxwazên KDV) gihiştine Artêşa Almanyayê. Piraniya wan bi 3 hezar û 122 daxwazan ji aliyê kesên ku xizmet nekirine (2 hezar û 266 daxwaz) û leşkerên yedek (856 daxwaz) ve hatine tomar kirin. Tomarkirin li gorî temenê nayê kirin.

Pêşketina daxwazên redkirina xizmeta leşkerî di bin guherînên girîng de ye. Hejmarên salên 2022yan heta 2024an vê yekê piştrast dikin: Di sala 2024an de (heta 31.12.2024) bi giştî 2 hezar û 998 daxwazên KDVyê hatine wergirtin. Piraniya wan bi 2 hezar û 840 daxwazan ji aliyê kesên ku xizmet nekirine (1 hezar û 811 daxwaz) û leşkerên yedek (1 hezar û 29 daxwaz) ve hatine kirin.

Heta dawiya Kanûna Pêşîn a 2023yan (31ê Kanûna Pêşîn a 2023) bi giştî 1 hezar û 609 daxwazên KDVyê gihiştibûn Artêşa Almanyayê. Rêjeya herî zêde bi giştî 1 hezar û 431 daxwaz ji aliyê leşkerên yedek û kesên ku xizmet nekirine ve hatibûn kirin. Piştî destpêkirina şerê Ukraynayê sala 2022yan, zêdebûnek di daxwazên redkirina xizmeta leşkeriyê de hat dîtin. Ev yek di Adara 2022yan de, di demeke kurt de, gihişt asta herî bilind, piştî wê pêşketin bi guherînên demkî re dîsa daket.

Sala 2022yan, bi giştî nêzîkî 1 hezar û 100 daxwazên redkirina xizmeta leşkerî ji navendên pêşxistina Artêşa Almanyayê re hatibûn şandin. Yên ku xizmet nekirine û leşkerên yedek, bi rêjeyeke nêzîkî hev, bi giştî zêdetirî 900 daxwazî, piraniya mezin pêk tînin. Nêzîkî 230 daxwazî ji aliyê leşkerên çalak ve hatine kirin. Li gorî vê yekê, sala 2021an bi giştî kêmtir ji 200 daxwazî hatibûn kirin, ku nêzîkî 25 ji wan ji aliyê kesên ku xizmet nekirine ve bûn.

Rûdaw: Çi sedemên redkirina erka şer hene?

Artêşa Almanyayê: Sedemên daxwaznameyekê dikarin gelekî cuda bin û gelek caran taybet in. Dibe ku ji sala 2022yan û vir ve zêdebûna berbiçav a daxwazên kesên ku xizmet nekirine ji ber destpêkirina şerê Ukraynayê be. Ev nîşana wê yekê ye ku welatî careke din zêdetir bi pirsa parastina welat û berevaniya hevpeymaniyê ve mijûl dibin. Ew biryareke zelal didin û li ser vê pirsê helwesta xwe diyar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst