Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan gotûbêjên peymana bazirganiyê yên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re bi dawî kirine û ew dê ji sedî 15 bacê li ser berhemên YEyê bisepînin.
Trump piştî hevdîtina xwe ya li Skotlendayê ya bi Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê re, ji çapemeniyê re axivî.
Trump diyar kir ku wan li ser peymaneke bazirganiyê ya çarçoveyî li hev kiriye û got:
"YEyê qebûl kir ku bi bihayê 750 milyar dolaran berhemên enerjiyê ji Amerîkayê bikire.
Her wiha YE dê li Amerîkayê zêdetirî 600 milyar dolaran veberhênanê bike."
Trump da zanîn ku welatên YEyê qebûl kirine ku tarîfeya gumrikê li ser berhemên Amerîkayê nesepînin û got ku dê bazarên welatên YEyê bi temamî ji berhemên Amerîkayê re vekirî bin.
Trump anî zimên ku dê welatên YEyê bi rêjeyeke girîng cebilxaneyên leşkerî ji Amerîkayê bikirin û got ku dê bihayê vê kirînê "bi sed milyaran dolar" be.
Trump li ser peymana ku di hevdîtina xwe ya bi Von der Leyenê re kiribû got:
"Amerîka dê rasterast ji sedî 15 tarîfeya gumrikê li ser otomobîl û hemû berhemên din ên YEyê bisepîne.
Ez ji peymana îro gelekî kêfxweş im. Bi ya min ev heta niha peymana herî mezin a bazirganiyê ye."
Serokê Amerîkayê Trump piştî ku hatibû ser kar, ji bo îtxalata polayê û alumînyûmê ya ji welatên YEyê ji sedî 50, ji bo sektora otomotîvê ji sedî 25 û ji bo berhemên din jî ji sedî 10 tarîfeya baca gumrikê sepandibû.
Trump di nameya tarîfeyê ya ku ji YEyê re şandibû de ragihandibû ku dê ji 1ê Tebaxê û pê de, ji bilî tarîfeyên sektorel, ji sedî 30 baca gumrikê li ser hemû berhemên ku ji welatên YEyê ji Amerîkayê re tên şandin, were sepandin.
Li gorî daneyên Komîsyona YEyê, YEyê par bi bihayê 532,3 milyar euroyan kel û pel firotibûn Amerîkayê û bi bihayê 335 milyar euroyî jî berhem kirîbûn.
Di encama vê bazirganiyê de YEyê 197,3 milyar euroyan qezen kiribûn.
Trump bi taybetî ji qezenca zêde ya bazirganiyê ya YEyê aciz dibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse