Seroka Şaredariya Parîsê: Kurdistan di dilê Fransiyan de xwedî cihekî taybet e

17-02-2023
RÛDAW
Nîşan Fransa Anne Hidalgo Kurdistan Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Fransayê de bi Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku bi serdaneke fermî li Fransayê ye, serdana Serokatiya Şaredariya Parîsê kir û ji aliyê Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo ve hat pêşwazîkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek weşand.

Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo kêfxweşiiya xwe li beramber serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Fransayê nîşan da û diyar kir, “Kurdistan di dilê Fransiyan de xwedî cihekî taybet e.”

Anne Hidalgo herwiha behsa serdanên xwe yên bo Herêma Kurdistanê kir û amadebûna xwe ji bo encamdana kar û projeyên hevbeş ligel bajarê Hewlêrê nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di vê hevdîtinê de tekezî li ser pêzanîna xelkê Kurdistanê ji bo piştevaniya berdewam a gelê Fransayê kir û ji ber ragihandina Parîs û Hewlêrê weke du bajarên destexwişk, spasiya Şaredariya Parîsê kir.

Mesrûr Barzanî ku piştî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Îmaratê hat lidarxistin, serdana Parîsê kiriye, berî hevdîtina bi Hidalgo re bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Senatoya Fransayê Gerard Larcher jî civiyabû.

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst